Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanJinNûçeyên Dawî

Ciwan û jinên ciwan li Şehba û Hesekê tecrîd û dagirkeriyê şermezar kirin

 

 

Yekitiya Jinên Ciwan a Efrînê di çarçoveya pêngava “Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” de , meşek li dar xist.

Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên bajarê Hesekê jî bi heman armancê di nava çalakiyan de bûn.

JINÊN CIWAN ÊN ŞEHBAYÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEŞEK LI DARXISTIN

Di çarçoveya pêngava “Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” de , li Şehbayê Yekitiya Jinên Ciwan ên Efrînê meşek li dar xist.

Ciwan ji gundê Meret El-Miselemiya heta parka naveçya Ehdasê meşiyan.

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Esma Ehmed li vir daxuyanî xwend.
Piştî daxuyaniyê şanoyek li ser zewicandina temên biçûk û bandora wê ya neyinî li ser civakî hate pêşandan.

LI HEMBER TECRÎD Û TUNDIYA LI SER JINAN CIWANÊN HESEKÊ DAKETIN QADAN

Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên bajarê Hesekê jî tecrîdkirina Rêber Ocalan û Tûndiya li ser jinê bi meşekê şermezar kirin.

Endam û rêveberên sazî û dezghên rêveberiya xwe ser jî beşdarî meşa ciwanan bûn.
Meşa ji çerxerêya Sînalko destpêkir li Gulîstana Xabûr veguherî mîtingê. Di mîtîngê de bang li ciwanan hate kirin ku bi rihekî şoreşgerî tevlî hemleya”Teqez em ê bi ser kevin”

Bibin.”Meş bi şahî û gerandina govendê bi dawî bû.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv