CIVÎNA MECLÎSA HDP’Ê PÊK HAT
“DIVÊ BERIYA HER TIŞTÎ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN”
Meclîsa HDP’ê bi Serokatiya Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li hev civiya.
Di civînê de pêşî Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar axivî.
Mîthat Sancar li ser krîza aborî, tifaqa demokrasiyê ya HDP pêşengiya wê dike, doza girtina HDPê bi berfirehî sekinî.
Têkildarî têkoşîna HDP’ê ya li dijî polîtîkayên şer, Hevserokê HDP’ê wiha got:
Qada me ya herî bingehîn a têkoşînê, dijderketina li şer e û bidawîkirina polîtîkayên şer e.
Mîthat Sancar têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û daxuyaniyên dawî yên Erdogan jî wiha got:
Armanca van daxuyaniyan dûrxistina hêzên demokrasiyê ji HDP’ê ye.
Me gelek caran anî ziman, ku wê ev pîlana wan neçe serî.
Ya divê bê kirin gelekî hêsan e;
Ew jî vekirina deriyên Îmraliyê ye.
Heke derî bên vekirin, parêzer û heyet hevdîtinan bikin, em ê bixwe ji Birêz Ocalan nêrînên wî bibihîsin.
Li derveyî vê yekê, her cûre spekulasyon bêmane û kelevajî ne.
Paşê Hevseroka din a HDP’ê Pervîn Bûldan axivî.
Pervîn Bûldan jî destnîşan kir, ku desthilatdariya AKP’ê xwe bi şerê li dijî Kurdan û êrişên li dijî HDP’ê li ser piyan digire.
Nêrînên Pervîn Bûldan ên têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo jî wiha bûn:
Têkildarî daxuyaniyên Erdogan ên Îmrali-Edîrneyê banga me li her kesî ew e, ku bi hişyarî tevbigerin.
Heke hûn nêrînên Birêz Ocalan meraq dikin, vekin wan deriyan û bila bixwe fikrên xwe bêje.