Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cînayeta Olof Palme çima xistin sitûyê Kurdan? 28.02.2021

 

CÎNAYETA OLOF PALME ÇIMA XISTIN SITÛYÊ KURDAN?
KARTAL: ‘ARMANC EW BÛ KU TEVGERA AZADIYA KURDAN KU NÛ GEŞ BÛBÛ ASTENG BIKIN’

Îro salvegera kuştina serokwezirê berê yê Swêdê Olof Palme ye.

Palme di 28 sibata 1986’de bi suqastekê hat kuştin, lê hê cenaze li erdê bû, Şefê polis yê Stokolmê Hans Holmer bê delîl û îspat, mîna ku ji berê ve hatibe plan kirin, bûyer raste rast xist sitûyê PKK’ê.

Piştre li Swedê li hemberî kurdan operasyonên berfireh pêk hatin. Pêşî li xebatên wan hatin girtin. Gelêkê wan bi salan di zîndanê de man.

Dozgerên Swedî ancax 34 sal piştre cînayet ronî kirin û beyan kirin ku ti eleqa PKKê û kurdan bi vê cînayetê tine.

Lê maxdûriyeta kurdan, terorîzekirin û xirabkirina navê kurdan, astengkirina xebatên azadiya kurdan wê çawa bihatana telafî kirin?

Derheqê mijarê de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal da xuya kirin, yên cînayeta Olof Palme pêkanîn, bi zanebûn ew xistin kurdan.
Armanca wan ew bû ku tevgera azadiya kurdan ku nû geş bûbû asteng bikin.

DI CÎNAYETA PALME DE RÊXISTINÊN ROLA CIA Û NATO’YÊ
KARTAL: ‘HÊZÊN EMPERYALÎST PALME Û KURDAN KIRIN QURBAN PROJEYÊN XWE’

Kartal bibîrxist ku Palme li hemberî zordest û desthilatdaran alîgirê gelên bidest bû, piştgirî dida doza kurdan jî û ji cînayeta wî rêxistinên CIA û NATO berpirsiyar nîşanda.

Kartal da zanin yê ku dosya cinayetê biredibir û ew xist stûyê kurdan şefê Emniyeta Stokolmê Hans Holmer di eslê xwe endamê istixbarata Amerikayê CIA bû û armanca wan wiha anî ziman:

“Holmer ji bo reşkirina xebatên PKK û kurdan hatibû wezîfedar kirin. Plana hêzên Emperyalîst ew bû ku bi kuştina Palme, li ser dijberiya kurdan Tirkiyê bikişînin nava projeya xwe ya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navin. Tirkiye jî bi hêviya ku ji mesela kurd rizgar be ket defika wan û hê jî li ser vê mantiqê ye”

SWÊD ZIRARA KU DAYE KURDAN ÇAWA DIKARE TELAFÎ BIKE
KARTAL: DIVÊ SWÊD DI ÇARESERIYA PIRSA KURD Û RAKIRINA QEDEXEYA LI SER PKK’Ê DE ROL BIGIRE

Remzî Kartal bibîrxist ku piştî cînayetê, Almanya jî da ser şopa Swêdê û bi doza Dusseldorfê û bi qedexekirina PKKê xebatên kurdan terorîze kir.

Remzî Kartal bang li Swedê kir ku weke telafiya zirarên ku dane kurdan, ji bo rakirina qedexeya li ser PKKê kar bike û bi awayeke aktî piştgirî bide çareseriya pirsgirêka kurd.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv