Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çima KDP’ê ji MÎT’a Tirk re 2 baregeh ava dike? 15.10.2020

BRADOST – Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û MÎT’ê li Başurê Kurdistanê bi şêwazên cûr be cûr didomin. Di van êrîşên dewleta Tirk a dagirker de KDP’ê bi dijminatiya xwe li hember Kurd û Kurdistanê her roj bi kiryarên xwe yên li dijî berjewendiya gelê Kurd û nokeriyê tiştek din li ser zêde dike.

Artêşa Tirk a dagirker, li hember berxwedaniya hêzên Gerîlla darbeyên mezin dixwin. Ji ber vê yekê KDP’ê ji artêşa Tirk a dagirker û MÎT’ê re rê vedike.

Agahiyê ku ji herêmê bi çavkaniyên ewle hatin bidestxistin, di çend rojên derbasbûyî de KDP’ê li sînorê herêma Bradost bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker ve bi hinceta ji peşmerge ra baregehên nû ava dike. KDP’ê li herêma Geliyê Şêxzade, gundê Kanî Mêrgareş û Kifredol 2 baregeh ava dike.

Herêmên ku KDP lê baregeh ava dike, Herêmên Parastina Medyan e. Armanca avakirina ev herdû baregehan ji bo çavdêrî kirina Hêzên Gerîlla ye. Hat diyar kirin KDP’ê baregehê ku ava dike ji bo MÎT’ê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv