“DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE”
CÎHANA XWEDÎ WIJDAN BI YEK DENGÎ DEWA AZADIYA RÊBER APO DIKE
Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Islandiya Ogmûndûr Yonasson, di çarçoveya kampanyaya Azadiya Ocalan de mesajeke vîdyoyê weşand.
Yonasson got ew ê wekî aktîvîstekî siyasî ji bo vê kampanyayê çi ji destî wî were texsîr neke.
Nelson Mandela ji ber zextên navneteweyî hat berdan. Niha pêdiviya Abdullah Ocalan bi desteka we û ya me heye da ku ji bo berdana wî qada navneteweyî rola xwe pêk bîne.
Yonasson li ser girîngiya azadiya Ocalan axivî û van gotinên balkêş kirin.
Herçiqas pêdiviya wî bi desteka me hebe jî, em baş dizanin pêdiviya civaka navneteweyî jî bi Ocalan heye. Ji ber ku êdî eşkereye ku fikrên wî ji bo pêkhatina aştiyê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, li Rojava, Rojhilata Navîn û heta bi giştî li cîhanê pêwîst in.
Profesor Norman Paech (Norman PEYÇ) jî bi minasebeta kampanyaya azadiya ocalan mesajek kurt parve kir.
Peach li ser helwesta medyaya ewrûpî axivî û got, medya niha nûçeyên derbarê rojnamevan û rewşenbîrên li Tirkiyeyê hatine girtin diweşîne û piştgiriya van kesan dike.
Profesorê alman di mesaja xwe de helwesta medyay Ewrûpî ya ji bo Ocalan bi van gotinên giran şermezar kir:
Ev skandelek e. Derbarê rewşa Ocalan de tu agahî nayên weşandin. Çawa ku çavên xwe ji şerê AKPê yê li Bakurê Kurdistanê digirin, di weşanên xwe de cî nadin vê mijarê. Lewma ev jî eynî wekî vî şerî, skandalek e.