Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

Bedran Çiya Kurd: Hikumeta Almanya dixwaze dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava fermî bike 21.10.2020

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANHA’yê re qala pilana dewleta Almanya ya rewa kirina qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk ya li Rojava dike.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di hevpeyvînê de wiha dibêje:

“Tişta mirov dibîne, ku Koalisyona Almanyayê (Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kirîstiyan û Partiya Sosyal Demokrat a Almanya) bi Dewleta Tirk re siyasetek nerm birêvedibir. Ji gelek aliyan ve alîkariyê dida rejîma Erdogan. Ji aliyê, siyasî, leşkerî û dîplomatîk koalsyona himûmeta Almanyayê piştgirî da Dewleta Tirk û li dijî destwerdana wê li Sûriyê û herêmên Rojhilata Navîn helwestek nestand.

Rejîma Erdogan gelek komên çete û cîhadîst perwerdekirin, şand Lîbya, Sûriyê û Emenîstanê. Heta aramiya Yûnanîstan û Qibrisê xist xeteriyê. Balkêşe ku partiya Sosyal Demokrat a Almanî ji bo hikûmeta Tirkiyê derbarê aloziya Qibiris û Yûnanîstanê de pêşniyar kir, eger Tirkiyê xwe ji vê aloziyê bikşîne, wê karibe bi rehetî dest werde xakên bin serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gor vê planê wê dagirkeriya Tirkiyê ji van herêman rewa were dîtin û çav ji komkûjiyên wê re were girtin.

Ji vê planê eşkere dibe ku koalisyona hikûmeta Almanyayê, dagirkeriya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa dibîne û zemîna ku li herêmê qirkirina nijadî pêk bê dide. Di heman demê de pêlek pêşgiriyê dide terora navneteweyî.

Koalisyona Almanya bi vê siyaseta xwe dibe hevkarê rejîma Tirkiyê, ya xwîna gelan dirijîne û qirkirin û komkûjiyan dike.

Tê zanîn ku Rejîma Erdogan bi navê Islamê bi riyê Istîxbarata MÎT’ê li gelek deverên Almanyayê ciwanên misilman bi rêxistin dike û bikar tîne. Hikûmeta Almanya vê rastiyê dibîne û ti helwest nastîne.
Êdî komên çete saziyên demokratîk û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike.

Em li vir bang li Hikûmeta Almanya dikin, ku li dijî vê siyaseta Tirkiyê bibe xwedî helwest. Eger Almanya bixwaze, gelek argument di destê wê de heye, ku li dijî Tirkiyê zextê bike, da ku dev ji siyaseta qirkirina û alîkariya çete û terora li cîhanê berde.

Her wê di warê hiqûq û dadê têkoşînek mezin dikare were birêvebirin da ku dagirkerî û alîkariya çete û terorê were bidawî kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv