Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cîgira Serokê USCIRF’ê Nadîne Menza: Rêveberiya Xweser mînaka herî serkeftî a demokrasiya gel e 07.01.2021

 

CÎGIRA SEROKÊ USCIRF’Ê NADÎNE MAENZA
RÊVEBERIYA XWESER MÎNAKA HERÎ SERKEFTÎ A DEMOKRASIYA GEL E

Cîgira Serokê Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navnetewî Nadine Maenza derbarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên dewleta tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî de ji ANHA’yê re axivî.

Nadine Maenza der barê serdana xwe û çavdêriyên xwe gotin.

Der barê karên rêveberiya xweser û bandora van karan li ser civakê got: ‘Li ser asta gel ev demokrasî rê dide gel ku nêrînên xwe parve bikin.

Ev yek jî li Rojhilata Navîn, rêveberiyeke nû ye.’

Maenza destnîşan kir ku dewleta tirk bi bahaneya PKK’ê êriş dike lê ev bahane ye û dewleta tirk hemû şêniyên herêmê were terorîst dibîne û got:

Berovajî şêniyên herêmê komên ku Enqere piştgiriya wan dike, li dijî ol, etnîk û jinan sûcên hovane pêk tînin. Ev hemû hatine belgekirin.

Maenza diyar kir ku ew piştî serdanê rapora xwe li Amerîkayê bi gelek derdorên peywendîra re parve kiriye û got:

Ez heyrî dimînim ku çima heta niha şêwaza rêveberiya xwe xweş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas nakin.

Careke ez bi berpirsekî re rûniştim. Lê agahiyên wî tune ye ku Rêveberiya Xweser piştî êrişên dewleta Tirk hîna li ser lingan e.

Asta rêzdariya ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD girtiye û çawa DAIŞ`ê tune kir, nizane.

Maenza di dawiya axaftina xwe de jî eşkere kir ku ew der barê Rêveberiya Xweswer de hin daxwaz ji rêveberiya welatê xwe kiriye û got:

Komîteya me ji rêveberiya DYA’yê xwest ku Rêvberiya Xweser tevli civînên Cenevê bibe.

Ji ber ku her çiqas li Sûriyê heta niha çareseriyeke diyar tune be jî lê çareserî diyar e; ew jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv