Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Christine Brower: Divê Tecrîda li Dijî Ocalan bi Dawî Bibe

 

KAMPANYA JI OCALAN RE AZADÎ
CHRISTINE BROWER: DIVÊ TECRÎDA LI DIJÎ OCALAN BI DAWÎ BIBE

Chrîstine Brower di kamara lordan a Brîtanya de cih digire.

Yek ji wan kesan e, piştgirî dide kampanya ji bo Kurdistanê Aştî û endama kampanya sendikayên ji Ocalan re azadî ya hevkongreya Brîtanya ye.

Chirstine Brower ji Medya haber re axivî, bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo û xistina PKK li lîsteya terorê.

Chrîstine Brower ji ber bêdengiya qada navnetewî ya li hemberî tecrîda saziyên dewleta Tirk li hemberî Rêber Apo û hem jî bi fermana dewleta Tirk PKK xistine lîsteya terorê şermezar kir û vê nirxandinê kir.

Abdullah Ocalan piştî revandin li girava Îmraliyê tê ragirtin, ev ji bo qada navneteweyî deqek reş e.

Tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan tê wateya, tecrîda li hembêrî gelê Kurd û Tirkiyê. Dewleta Tirk bi zanebûn Abdullah Ocalan tecrîd dike, dibin îzolasyonê de dihêle. Difikire bi vî rebazî wê zextê li têkoşîna gelê Kurd bike û çong danin.

Abdullah Ocalan ev 23 sal in di şertên derveyî mirovahiyê ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye tê ragirtin.

Ji bo ev şert û mercên derveyî mirovahiyê were guhertin divê em timî binîn ziman.

Derbarê hewildanên Rêber Apo ji bo çareseriyê jî Chîrstine Blower vê nirxandinê dike.

Em di siyasetê de kesên çalak in. Em baş dizanin, hikûmet û rejîm ji bo kes û tevgerên siyasî yên cûda van gotinên terorîst bikartînin.

Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin ve, ji bo aştiyê xebitiye, tevlî mûzakereyan bûye. Gelek caran nivîsiye ku wê di meseleya gelê kurd de ci çêbibe.

Christine Blower bi van gotinan balkişand ser girîngiya Abdulah Ocalan ji bo gelên cîhanê.

Herkes baş dizane ku, Abdullah Ocalan ne terorîste , ev teqez hatiye îspatkirin. Erka me jî ewe, bi qada navnetewî, em zextê li hikûmetan bikin. Divê em ji herkesî re behs bikin, Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd, gelê rojhilata navîn û cîhanê çiqas girîng e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv