Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cezayê mîna ‘xelatê’ dan leşkerê kujer 14.12.2020

Dadgeha Îstînafê, têkildarî kuştina Pakîze Hazar a li Licê bi wesayita zirxî hate qetilkirin, cezayê 2 sal û 6 mehan ê ku dadgeha herêmî li leşkerê bersûc birî bû, bi nêzîkatiya ‘xweşdîtinê’ kir cezayê pere yê 18 hezar û 200 lîreyê Tirk.

Li navçeya Licê ya Amedê di 14’ê Hezîrana 2017’an de, çawişê pispor S.K. bi wesayita zirxî ya bi tîpa kîrpî pê li Pakîze Hazar a 85 salî kiribû û ew qetil kiribû.

Di encama lêpirsînê de ji ber sûcê ‘kuştina bi texsîr’ 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li S.K. hatibû birîn.

Çawişê pispor ê bersûc S.K. sala 2019’an li vî cezayî îtiraz kir û biryara li ser dozê li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê hate wergirtin.

Daîreya Ceza ya 16’emîn a Dadgehê bi yekdengî biryar da û diyar kir ku biryara dadgeha herêmî ji aliyê ûsil û esasê ve li dijî hiqûqê nîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv