LI GIRÊ SPÎ SIVÎL HATIN REVANDIN
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ÊRIŞÎ SIVÎLAN DIKIN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişî sivîla dikin.
Hat ragihandin ku çeteyên dewleta dagirker li Girê Spî hêjmarek sivîl revandine.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin çeteyên artêşa tirk li gundê Hemam Tirkmen ê êriş birine ser sivîlan.
Di encama êrişê de, jin û zarok jî di nav de hejmarek sivîl hatine revandin.
Çavkaniyên herêmê didin zanîn ku ev êriş bi armanca şantaj, fîdye û guhertina demografiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi zanebûn tên kirin.
Beriya niha jî li herêma Efrîn, Eyn Îsa û Grê Spî gelek kesên sivîl bi heman armancê ji aliyên çeteyên tirk ve hatibûn revandin.