Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çeteyên DAIŞ’ê li Maxmurê li pêş çavê pêşmerge ne, lê êrişî hev nakin

 

Fermandarê Pêşmergeyan ê li Herêma Mexmûrê Xazî Feysel got; “Li çiyayê Qereçox çeteyên DAIŞ’ê li ber çavê hezên pêşmergeyanin û dibînin. Lê êrişî hev nakin. Eger em hatine firotin, bila ji mere bêjin da ku emjî herêmê bihêlin.”

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li herêma Mexmûrê êrîş kirin ser gundê Kendalê ya ser bi Hewlêrê û di encamê de 2 kes revandin û 3 kes jî birîndar kirin. Balkêşe ku çeteyan di salvegera êrişa xwe ya di sala 2014’an de carek din êrişî herêma Mexmûrê kirin.

Li ser mijarê fermandarek pêşmergeyan Xazî Feysel ê li çiyayê Qereçox ku bi ser YNK’ê ye, ji Rojnews re axivî. Xazî Feysel got ku çeteyên DAIŞ ji ber kêmxemiya pêşmerge û Wezareta Pêşmergeyan ketine herêmê. Ji ber ku cihê ku DAIŞ êriş kirî, peywendiya xwe bi Iraqê re nînin û girêdayî Hewlêrê ye.”

Xazî Feysel di dewama axaftina xwe de got ku ew bi rêya xelkên herêmê rojane li ser liv û tevgera çeteyan agahî werdigrin û dibêje; “Me li ser mijarê gelek caran aliyên peywendîdar agadar kir, me behsa liv û tevgera çeteyan ji wan re kir û heta hejmara çeteyan jî ji wan re ragihand. Lê girîngî nedane vê mijarê.”

Xazî Feysel li ser mijarê agahiyek balkêş dide û got; “Çeteyên DAIŞ li ber çavê hêzên pêşmergeyan, li çiyayê Qereçox digerin. Lê êrişî hev nakin. Divê sedema vê yekê ji xelkê re ragihînin. Ev cihê gumanê ye. Li gorî min lihevkirinek bin de di nava hêzên pêşmerge û çeteyan de heye. Hikumet û parlamento li ser pirsgirêka welatiyên Mexmûrê ranawestin û ji bo dawî anîna DAIŞ’ê ti karek pêwîst nake.”

Fermandarê pêşmerge Xazî Feysel got; “Eger em hatibin firotin, bila nirxême ji mere bêjin û emjî herêmê berdin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv