Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cenazeyên gerîlayan ên li Kîlyosê hatine veşartin: HDP’ê mijara cenazeyên li Kîlyosê bir rojeva meclîsê

 

CENAZEYÊN GERÎLAYAN ÊN LI KÎLYOSÊ HATINE VEŞARTIN
HDP’Ê MIJARA CENAZEYÊN LI KÎLYOSÊ BIR ROJEVA MECLISÊ

Parlamantera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya mijara hovîtiya li himberî cenazeyên li Kîlyosê bir rojeva meclisê.

Cenazeyên gerîlayan ên ji goristana Xerzanê hatibûn derxistin li Stenbolê li gorîstana Kîlyosê di bin peyarêyek de hatibûn veşartin.

Parlamenter Huda Kaya encamên serlêdanên malbatan ji wezîrê şerê qirêjî Suleyman Soylu pirsî.

Di pirsnameyê de Huda Kaya bi bîr xist ku cenaze bi şiklekî ku rûmeta mirovî diêşîne li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatine veşartin.

Kaya bi br xist ku malbatan ji bo wergirtina cenazeyan gelek caran serlêdan kirine lê encamek bi dest nexistine.

Di pirsnameya Huda Kaya de ev pirs hatin arastekirin:

* Li gel ku testa DNA’yê hatiye kirin û malbat jî tên zanîn bi kîjan hincetê cenaze li goristana bêkesan hatine veşartin?

* Der barê agahiya nasnameya cenazeyan de Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kîjan zanyariyan bi dest xistiye û çend cenaze teslîmî malbatên wan hatine kirin?

*Li gel ku di destûrê de mafê veşartina cenazeyan heye, bi kîjan hincetê cenaze ji goran hatine derxistin û teslîmî malbatên wan nayên kirin?

Goristana Xerzanê li gundê Oleka Jor a Bedlîsê ye.

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 8 û 17’ê kanûna 2017’an de ev goristan hat hilweşandin û 285 cenaze ji goran hatibûn derxistin.

Di encama têkoşîna demdirêj ama malbatan de hat hînbûn ku cenaze li Gorisatana Bêkesan a Kîlyosê hatine veşartin.

Li gel ku di ser re 3 sal derbas bûn jî heta niha tenê 21 cenaze hatine teslîmkirin.

264 cenaze hîn jî teslîmî malbatên wan nehatine kirin.

Malbat ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan bexwedana xwe didomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv