ZANYARÊ KURD PROF. DR. NADIR NADIROV KOÇA DAWÎ KIR
CENAZEYÊ WÎ LI GORISTANA NAVENDÎ YA ALMATÊ HAT VEŞARTIN
Zanyarê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov di 89 saliya xwe de li Kazakistanê wefat kir.
Ji bo oxirkirina cenazeyê zanyarê Kurd, merasimek hat organîzekirin.
Gelek kes beşarî merasimê bû û qala têkoşîna Nadir Nadirov a di doza Kurdî de hate kirin.
Piştî axaftinan cenazeyê Nadirov ser pêşniyara serokê berê yê Kazakîstanê Nûrsûltan Nazarbayev li goristana navendî ya bajarê Almatê hat veşartin.
Ji ber ku li Kazakistanê kesên navdar û erkdarê dewletê li vê goristanê tên veşartin.
ZANYARÊ KURD PROF. DR. NADIR NADIROV KOÇA DAWÎ KIR
KNK’Ê JI MALBAT Û GELÊ KURDISTANÊ RE SERSAXÎ XWEST
Di vê navberê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî ji bo Nadir Nadirov peyama sersaxiyê weşand.
KNK’ê da zanîn ku ew ji ber wefata Profesor Nadirê Keremê Nadirov gelek xemgîn bûne û wiha got.
Nadir Nadirov yek ji endamên damezrîner ê Kongreya Neteweyî a Kurdistnê KNK’ê bû.
Bi salan weke endamekî çalak ê KNK’ê xebat û têkoşîna ji bo yekrêzî û tifaqa gelê Kurd meşandin.
Wî xizmetên mezin ji bo gelê xwe kirin. .
Em wek KNK’ê bi wefata wî xemgîn in.
Ji malbat û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Gelê Kurd wê têkoşîna Nadir Nadirov ti car ji bîr neke.