Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cenazeyê Şhehîd Silava Ronahî Piştî 178 Rojan Hat Veşartin

 

 

 

178 roj….
Belê gerilaya YJA Starê Hediye Balur bi nasnav Silav Ronahî piştî 5 mehan li Hezexê hat veşartin.
Dayika Silav Ronahî derbarê têkoşîna 178 rojan de axivî.
Dayik Emine Balûr got: ger tenê muyek pora keça min jî ma be ez ê heta dawî têkoşiyabam.
Ji ber ku her mûyek pora keça min hêjayî têkoşînkirinê ye.

CENAZEYÊ ŞEHÎD SILAV RONAHÎ PIŞTÎ 178 ROJAN HAT VEŞARTIN
EMÎNE BALUR: HER MÛYEKÎ PORA KEÇA MIN HEJAYÎ TÊKOŞÎNKIRINÊ YE

Gerîlaya HPG’ê Hediye Balûr bi nasnav Silav Ronahî tevî 5 rêhevalên xwe navbera 7 û 8’ê gulana 2021’an li çiyayê Bagokê di tevgera dagirkeriyê de şehîd bû.

Cenazeyê gerilaya YJA Starê Silav Ronahî piştî 178 rojan doh li navçeya Şirnex Hezexê bi silogan û tilîlîyan hat veşartin.

Dayika şehîd Ronahî, Emine Balûr ji bo têkoşîna 178 rojan ji ajansa mezopotamyayê re axivî.

Emîne Balûr di serî de behsa hevdîtina bi dozgeriya Mêrdînê re kir û got:

Me gelek caran serî li cihê pêwendîdar da, lê ji me re digotin cenazeyê we li tîba edliye û hê encam nehatine.

Lê em paşî pê hesiyan ku cenazeyê keça min tenê 450 gram maye û li goristana bêkesan a Mêrdînê veşartine.

Ne tenê 450 gram ger tenê mûyek pora wê jî mabe ez ê ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe têbikoşiya.

Ji ber ku her mûyek pora Silav Ronahî hejayî têkoşînkirinê ye.

Dayika Silav Ronahî destnîşankir ku dema cenazeyê keça xwe anîn Hezexê bi astengî û gefên polîsan re rû bi rû mane û got;

Tevî hemû astengiyan keça min li cem hevalên xwe hat veşartin.

Keça min di oxira tişta jê bawer dikir de têkoşiya.

Ez bi vê serbilindim.

Emîne Balûr herî dawî nedayina cenazeyên gerilayên jin wekî politikayeke taybet pênasekir û diyarkir ku, di demên dawî de li Mêrdînê cenazeyên gerilayên jin nadin malbatan.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv