GERÎLAYA YJA-STAR’Ê DILVÎN CAN
CENAZEYÊ ŞEHÎD DILVÎN BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ LI BATMANÊ HAT VEŞARTIN
Gerîlaya YJA-Starê Dilvîn Can li navçeya Sêrtê Xana Hewêl 16’ê Îlona 2019’an di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.
Ev du sal bûn cenazeyê wê li goristana bêkesan a li Goristana Zeyve ya Sêrtê hatibû veşartin.
1’ê Hezîrana 2021’ê malbatê testa DNA’yê dabû û doh bi encam bû.
Malbatê cenazeyê şehîd Dilvîn ji Goristana Zeyve tevî astengiyên polîsên Tirk derxist û bir Batmanê.
Polîsên dewleta Tirk xwestin beşdariya li merasîma cenaze asteng bikin.
Bi sedan kesî berê xwe da goristanê û ev hewldana polîsan vala derxistin.
Li Goristana Asrî cenazeyê şehîd Dilvîn bi slogan û tilîliyan hat veşartin.
Piştî merasîma cenaze girseya gel tevî malbatê ji goristanê dest bi meşê kir.
Helwesta dayîka şehîd Dilvîn ji bo xelkê Batmanê cihê serbilindiyê bû.