LI HEWLÊRÊ REJKUJIYA SIYASÎ
CENAZEYÊ MÛSA BABAXANÎ LI KOYÊ HAT VEŞARTIN
7’ê Tîrmehê endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Demokratî Kurdistan Îranê Mûsa Babaxanî li Hewlerê hat kuştin.
Cenazeyê Babaxanî li goristana şehîdên Demokrat a li navçeya Koyê hat veşartin.
Di merasimê de sekreterê Hizba Demokrat ya Kurdistanê Xalîd Ezîz axivî behsa xebata wî ya ji bo Kurdistanê kir.
Xalîd got, ji ber ku Babaxanî bi çalakiyên xwe deshilata Îranê tengav dikir hate qetikirin.
Hêjayî gotinê ye HDK’ê bûyerê weke êrişa rejîma Îranê binav kiribû.
Û ragihandibû ku Babaxanî ji aliyê du kesan ve hatiye revandin û paşê jî hatiye kuştin..
Mûsa Babaxanî xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bû û di kongreya 17’an ya HDK’ê de weke rêveber hatibû hilbijartin.