ARMANCA ZÊDEKIRINA NOTIRVAN Û ERKÊN WAN ÇIYE?
CEMÎL BAYIK: ÇETE, KUJER, TECAWIZKARÊN HATIN BERDAN WÊ LI DIJÎ GELÊ KURD WERIN BIKARANÎN
Ji bo parastina sîstema dîktatoriyê: Erdogan hêzên paramîlîter saz dike.
Ev qanûn ji aliyê siyasetvanan ve: weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd jî tên binavkirin.
Herî dawî rêjîma faşîst qanûna zêdekirina notirvanan û erkên wan biribû rojeva meclîsa Tirkiyê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê 12ê Gulanê ji televîzyona me re axivîbû û bal kişandibû ser vê yekê.
Li Meclîsta Tirkiyê, roja ku parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari hat betalkirin, rêjîma faşîst a AKP-MHPê qanûneke ji bo zêdekirina erkên notirvanan xist rojeva meclîsê.
Ji 18 xalên qanûnê, 7 jê hatin qebûlkirin.
Rêjîma faşîst bi vê qanûnê hem dixwaze hejmara notirvanan, ku zêde bike û hem jî dixwaze bi vê yekê faşîzma xwe li her kolanê û heta bi nava her malê belav bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik 12ê Gulanê mêvanê bernameya me ya taybet bû û bal kişandibû ser vê yekê.
Cemîl Bayik destnîşan kiribû, ku bi hezaran çete, kujer, tecawizkar û dizên ji zindanan hatine berdan wê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê di şerê taybet de werin bikranîn.