Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik ji Responsible Statecraft’ê re axivî: ‘Êrişên DAIŞ’ê bi saya fikir û hewldanên PKK’ê hatin têkbirin’

 

CEMÎL BAYIK JI RESPONSIBLE STATECRAFT’Ê RE AXIVÎ
“ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê BI SAYA FIKR Û HEWLDANÊN PKK’Ê HATIN TÊKBIRIN”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên malpera Responsibil Steytkraft.

Ev malper di bin banê Enstîtuya Quinsî ya Amerîkan de tê birêvebirin.

Der barê pirsa têkiliya Tevgera Azadiya û Rojavayê Kurdistanê de Cemîl Bayik destpêkê li ser karaktera Şoreşa Rojava sekinî û ev nirxandin kir:

Li Rojava şoreşeke ku bandorê li hemû mirovahiyê dike, pêk hat.

Ev şoreş demokrasiyê bi pêşengiya jinê bi pêş dixe.

Li wir ne nijadperestî ne jî olperestî hukma xwe dike.

Civak û baweriyên cuda li gel hev azad û aram dijîn.

Cemîl Bayik destnîşan kir ku pêşketinên li Rojava ne bi tenê ji bo Sûriye yan jî Rojhilata Navîn ji bo hemû dinyayê dikarin bibin mînak û wiha dewam kir:

Vî gelî hem li dijî rejîma Baas a Sûriyê serî rakir û herêmên xwe azad kir;

hem jî xwe spart pergala azadîxwaz û demokratîk û bi vî şiklî DAIŞ têk bir.

Gelê Rojava di vî şerê rûmetê de 12 hezar şehîd dan.

Lê helbet ne bi saya hêza xwe ya leşkerî tenê, bi karaktera xwe ya demokratîk û azadîxwaz DAIŞ têk bir.

Cemîl Bayik diyar kir ku heke ev fahm û feraset, ev fikr û raman nebana wê piraniya ereban jî li Sûriye û Iraqê destek bidana DAIŞ û DAIŞ jî wê têk neçûya:

Feraseta demokratîk a li Rojava bi pêş ket encama fikrên Rêber Apo ye.

Gelo dibe ku Rojava Rêber Apo û PKK’a ku ewqas bandor li wan kiriye weke barekî bibîne?

Bandora Rêber Apo nebûye sedema tu pirsgirêkekê.

Berovajî vê, ji pirsgirêkên ku hinekan digot; çareseriya xwe tine, çareserî pêk anî.

Heke Şoreşa Rojava bi bandora fikrên Rêber Apo pêk nehata, ne Rojava azad dibû û ne jî DAIŞ têk diçû.

Wê DAIŞ li Şengalê hemû êzidî qir bikirana û Başûr jî dagir bikira.

Bi hezaran gerîlayên me çûn Rojava û di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn.

CEMÎL BAYIK JI RESPONSIBLE STATECRAFT’Ê RE AXIVÎ
“GERÎLA JI BER KU MAFDAR E, BI HÊZA XWE YA FIKR Û MORALÊ BI SER DIKEVE”

Der barê pirseke li ser PKK’ê de Cemîl Bayik destnîşan kir ku erê PKK li çiya xwe bi cih kiriye lê ew li 4 beşên Kurdistanê xwedî bingeheke civakî ye û wiha dewam kir:

Li her çar beşên Kurdistanê jî gel bi PKK’ê re dilsoz e.

Vê destek û dilsoziya xwe jî di her firsendî de nîşan dide.

Çekên di destê gerîlayan de çekên ferdî ne.

Çekên di destê dewleta Turk de çekên NATO’yê ne.

Dewleta Tirk ji Amerîka û Ewrûpayê her cura destekê dibîne.

Lê jixwe ti şerê gerîla şer bi xurtbûna çekan bi ser nakeve.

Xûrtbûna çekan şerî nade qezenckirin.

Şer bi mafdarî bi xurtbûna fikr û bi hêza moral tê qezenckirin.

Cemîl Bayik diyar kir ku serkeftina gerîla li dijî dewleta Tirk bi saya hêza fikr û moralê pêk tê:

Di salên dawîn de dewleta Tirk bû xwedî çekên giran û balafirên bêpîlot.

Di şerê xwe yê li dijî gerîla de çiqas tengav bû, hemû îmkanên xwe ji bo kirîna çekan serf kirin.

Bêguman ji ber van çekan hin rewşên neyînî çêbûn.

Lê em têkoşîn û rêxistiniyeke nû ya gerîla ku van çekan jî bê bandor bikin, bi pêş dixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv