Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: ‘Hêza veguhertinê ya 15’ê Tebaxê gelê Kurd li ser piyan dihêle’

 

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“ÇALAKIYA 15’Ê TEBAXÊ DÎROK GUHERT”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ji ANF’ê re axivî.

Cemîl Bayik behsa pêvajoya amadekariyên pêngavê kir û bal kişand ser rola Rêber Apo ya di plansaziya vê çalakiyê de.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi zanistiya Rêber Apo ya siyasetê hat amadekirin.

Yek ji hedefên sereke ya 15’ê Tebaxê rûxandina pirên kesayetiya dijmin afirandî bû.

Ji ber vê yekê ji 15’ê Tebaxê re “Guleya Yekemîn” tê gotin.

Di eslê xwe de guleya pêşî li paşverûtiya bi Kurdbûnê hatî afirandin hat xistin.

Vê guleya pêşî Kurd ji zincîrên paşverûtiyê rizgar kir û gihand rastiya wê.

Ji ber vê yekê divê aliyê dîrokê yê 15’ê Tebaxê bi awayekî piralî bê fêmkirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku bi vê guleya pêşî dawî li encama polîtîkaya û pêkanînên 60 salî yên li dijî Kurdan ên xweînkarkirinê hat anîn.

Di eslê xwe de guleya pêşî li qereqolên li nava mêjiyê Kurd hat xistin.

Tam dema ku îfadeya “Kurdistana xeyalî li vir meftûn e” pêk dihat, 15’ê Tebaxê gule berdayê.

Ji ber vê yekê çalakiya 15’ê Tebaxê dîrok guhert.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“HÊZA VEGUHERTINÊ YA 15’Ê TEBAXÊ GELÊ KURD LI SER PIYAN DIHÊLE”

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku 15’ê Tebaxê jî bû weke cejna Newrozê di dîroka gelê Kurd de.

Çalakiyên bi vî rengî vediguherin destanên gelan.

Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê jî ji aliyekî ve weke Newrozê destaneke neteweyî ya Kurdan e.

Were ferqkirin an jî neyê ferqkirin, pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd veguherand îradeyeke siyasî.

Kî vê rastiyê nebîne, ne dikare bibe îradeya siyasî ya demokratîk û ne jî dikare têkoşîna wê bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê bihêzbûn û xurtbûna pêngava 15’ê Tebaxê jî wiha destnîşan kir:

Heke îro li dijî her cûre zext û zilmê ev gel li ser piyan be, ev bi saya hêza veguhertinê ya 15’ê Tebaxê ye.

Gelê Kurd bi vê yekê îro xwe gihandiye hêza ku dikare gelên Rojhilata Navîn azad bike.

Li ser bingeha van rastiyan em Rêber Apo yê rastiya pêngava 15’ê Tebaxê afirandî silav dikin.

Em cejna vejînê li Rêber Apo, gelê xwe, tevahiya Tevgera Azadiyê û dostên xwe pîroz dikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv