Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: ‘Çalakiya 15’ê Tebaxê dîrok guhert’

 

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“ÇALAKIYA 15’Ê TEBAXÊ DÎROK GUHERT”

Pêngava 15’ê Tebaxê bi zanistiya Rêber Apo ya siyasetê hat amadekirin.

Yek ji hedefên sereke ya 15’ê Tebaxê rûxandina pirên kesayetiya dijmin afirandî bû.

Ji ber vê yekê ji 15’ê Tebaxê re “Gulleya Yekemîn” tê gotin.

Di eslê xwe de gulleya pêşî li paşverûtiya bi Kurdbûnê hatî afirandin hat xistin.

Vê gulleya pêşî Kurd ji zincîrên paşverûtiyê rizgar kir û gihand rastiya wê.

Ji ber vê yekê divê aliyê dîrokê yê 15’ê Tebaxê bi awayekî piralî bê fêmkirin.

Gulleya pêşî li pêkanîn û polîtîkayên dagirkeriya Tirk ên 60 salî yên ji bo xwe înkarkirina Kurdan hat xistin.

Di eslê xwe de gulleya pêşî li qereqolên li nava mêjiyê Kurd hat xistin.

Tam dema ku îfadeya “Kurdistana xeyalî li vir meftûn e” pêk dihat, 15’ê Tebaxê gulle berdayê.

Ji ber vê yekê çalakiya 15’ê Tebaxê dîrok guhert.

Çalakiyên bi vî rengî vediguherin destanên gelan.

Ji ber vê yekê 15’êû Tebaxê jî ji aliyekî ve weke Newrozê destaneke neteweyî ya Kurdan e.

Were ferqkirin an jî neyê ferqkirin, pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd veguherand îradeyeke siyasî.

Kî vê rastiyê nebîne, ne dikare bibe îradeya siyasî ya demokratîk û ne jî dikare têkoşîna wê bike.

Heke îro li dijî her cûre zext û zilmê ev gel li ser piyan be, ev bi saya hêza veguhertinê ya 15’ê Tebaxê ye.

Gelê Kurd bi vê yekê îro xwe gihandiye hêza ku dikare gelên Rojhilata Navîn azad bike.

Li ser bingeha van rastiyan em Rêber Apo yê rastiya pêngava 15’ê Tebaxê afirandî silav dikin.

Em cejna vejînê li Rêber Apo, gelê xwe, tevahiya Tevgera Azadiyê û dostên xwe pîroz dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv