Kêmbûna ava çemê Sîrwanê ya li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê bû sebeba gengeşiyê…Wezareta Avê ji hukumetê daxwaz kir, giliyê Îranê li dadgeha navneteweyî ya Holandayê bike.
ÇEMÊ SÎRWANÊ
BENDAVÊN ÎRANÊ EKOLOJIYA ÇEM HILDIWEŞÎNE
Çemê Sîrwanê ku mileke Firatê ye, dike di navbera Îraq û Îranê de bibe meseleyeke navneteweyî.
Çavkaniya vî çemî li Çiyayên Zagrosan yên di bin kontrola Îranê de ye.
Îranê di demên dawî de li ser çem du bendav ava kirin û ev jî bû sebeb, ava çem kêm bibe.
Peravên Sîrwanê yên li Helebçeyê êdî gav bi gav ziwa dibin û ev jî dibe sebeba hilweşîna ekolojiya li herêmê.
Hinek dengê orjinal
Welatiyên li dora çem dijîn dibêjin, kêmbûna ava çem bandoreke pir xerab li masîgiriyê dike û zirarê dide aboriya herêmê.
Tê ragihandin kêmbûna avê ji ber du bendavên nû yên Îranê pêk tê.
Li ser gazinên welatiyan, Wezareta Avê ya Iraqê ket nava hereketê û serî li hukumetê da.
Wezaretê ji hukumetê daxwaz dike, giliyê Îranê bi Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî bike.
Wezaretê di wê baweriyê ye, Îran bi çêkirina bendavan mafên avê yên nav-dewletî binpê kiriye û lewma jî divê berdêla vê kiryarê xwe bide.