Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemal Şerîk: Awayê herî baş a bîranîna şehîdan, xurtkirina têkoşîna wan e

 

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN MEHA HEZÎRANÊ
ŞERÎK: AWAYÊ HERÎ BAŞ A BÎRANÎNA ŞEHÎDAN, XURTKIRINA TÊKOŞÎNA WAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk li ser şehîdên meha Hezîranê û pêwistiya xurtkirina têkoşînê ji ANF’ê re axivî.

Şerîk bi bîr xist ku meha Hezîranê jî bi şehadetan tijiye û got: Huseyîn Cevahîr destpêka hezîrana 1971’an şehîd ket. Dûre Omer Ayna û Cîhan Alptekîn şehîd bûn. Ev sembolê hevpar ên têkoşîna şoreşger a Kurdistan û Tirkiyê bûn.

Şerîk girîngiya berxwedana15-16’ê hezîrana 1970’ê destnîşan kir û got: Wê berxwedanê rê li ber hişyariya mezin vekir. Wekî din berxwedana Gezî heye. Îro jî pêwistî bi berxwedaneke hevpar a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê heye.

Cemal Şerîk salvegera şehadeta ji jinên pêşengên şoreşa Kurdistanê Sema Yuce jî destnîşan kir û got: Sema Yuce çalakiya ji bo Rêber Apo pêk anî. Ew çalakî xwedî peyamên girîng û hînker e. Lewma xwedî derketina bîranîna Sema Yuce, di xurtkirina têkoşînê re derbas dibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk bi bîr xist ku roja dawî ya hezîranê jî roja salvegera şehadeta Zeynep Kinaci ango Zîlan e û got: Zîlan bi çalakiya xwe dîrok nivîsand. Bersiv da êrişa bombeyî ya li dijî Rêber Apo. Niha jî divê bi rihê Zîlan, têkoşîna azadiyê were xurtkirin.

Cemal Şerîk dawiyê jî di şexsê şehîdên hezîranê de, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza pêkanîna xeyalên wan anî ziman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv