Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çavkaniyên herêmî: Artêşa tirk li Licê gerîlayekî dîl ketî înfaz kir

 

HOVÎTIYA DAGIRKERIYA TIRK
ÇAVKANIYÊN HERÊMÎ: ARTÊŞA TIRK LICÊ GERÎLAYEKÎ DÎL KETÎ ÎNFAZKIR

14’ê Nîsanê artêşa dewleta Tirk li bejahiya navçeya Amedê Licê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku li herêmê şer qewimî ye.

Li gorî îdîaya Wezîrê faşîst Suleyman Soylu di êrişê de 2 gerîla şehîd bûne.

Wezareta wî jî navê yek ji gerîlayan weke Abdulsittar Ozer bi nasnav Dara Zagros ragihand.

Piştî vê daxuyaniyê têkildarî tevgera êrişê vîdeoyek û 2 wêne hatin belavkirin.

Di dîmen de eskerên Tirk pehînan li cenazeyê gerîlayekî dixin û heqaretan lê dikin.

Di wêne jî gerîlayekî dîl ketî destê artêşa Tirk xuya dike, ku destên wî ji pişt ve hatine kelemçekirin.

Ji wêne jî diyar dibe, ku ew gerîla Abdulsittar Ozer bi nasnav Dara Zagros e.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku di êrişa dagirkeriya Tirk de gerîlayek şehîd bûye û yek jî dîl ketiye destê artêşa dagirker.

Çavkaniyan jî piştrast kir, ku kesê di wêne de li erdê dirêjkirî, dest kelemçekirî Abdulsittar Ozer e.

Heman çavkanî piştrast in, ku ev gerîla bi saxî hatiye girtin.

Lê wezareta karên hundir û wezîrê wê dibêjin, her du gerîla jî hatine kuştin.

Bi vê yekê diyar dibe, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker gerîla Abdulsittar Ozer bi nasnav Dara Zagros înfaz kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv