Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cangoriyên Azadiyê

 

 

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya du gerîlayên di sala 2015’an de şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG’ê şehîd Rizgar Serhildan û Zerdeşt Sîser bi bîr anîn û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

CANGORIYÊN AZADIYÊ
HPG’Ê GERÎLA RIZGAR SERHILDAN Û ZERDEŞT SÎSER BI BÎR ANÎN

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya du gerîlayên sala 2015’an di dîrokên cûda de şehîd bûbûn eşkere kir û ew bi bîr anîn.

HPG’ê da zanîn ku her du hevrêyên wan ji bo pêşî li dagirkeriyê bigirin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

Reşît Çetînkaya bi nasnav Rizgar Serhildan li Mûşê ji dayik bûye.

Mehmet Çevîk bi nasnav Zerdeşt Sîser li Amedê ji dayik bûye.

HPG’ê li ser jiyan û têkoşîna gerîla Rizgar û Zerdeşt jî ev nirxandin kirin:

Hevrê Rizgar li Mûşê li nav malbateke welatparêz hat dinê.

Di temenê piçûk de bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yê dijmin re rû bi rû ma.

Di sala 2014’an de ji bo li dijî zîhniyeta qirker têbikoşe tevî pismamê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Ji roja tevlî nava refên têkoşînê bû ve her tim hewil dida rastiya paradîgmaya rêbertiyê û şehîdan fêm bike.

Bi sekna xwe ya dilsoz û biryardar di şert û mercên herî zehmet de jî bû xwedî sekneke bi îrade.

Di payîza 2015’an de dewleta Tirk li qada Çemçê ya Qersê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Hervê Rizgar bi tena serê xwe bi lehengiyeke mezin şer kir û derbên giran li dijmîn da.

Ew jî bi giranî birîndar bû.

Ji bo nekeve destê dijmîn hefteyekê li stargehê ma û paşê şehîd bû.

Hevrê Zerdeşt jî li Amedê di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Weke ciwanekî Egîd ê gelê xwe ji bo li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê bibe bersiv, berê xwe da nava refên gerîla.

Bi vê zanebûnê beşdarî têkoşînê bû û bi helwesta xwe pêşengî kir.

HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd ê welatparêz re sersaxî xwest.

Û soz da ku ew ê hesreta wan a Kurdistana azad pêk bînin .

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv