Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakvanên Kerkûkê: ‘Armanca Tirkiyê tunekirina statûya Herêma Kurdistanê ye’

 

Çalakvanên sivîl yên bajarê Kerkûkê bal kişandin ser armanca êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û gotin: “Armanca esasî ya êrîşên Tirkiyê ne şerê hêzekê, tunekirina statuya Herêma Kurdistanê ye.”

Dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’ê Nîsana 2021’an dest bi êrîşeke mezin a dagirkeriya li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Herêmên Parastinê yê Medya kiriye; êrîşên wê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê didome û di wan êrîşan de çekên qedexekirî bikar aniye.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker di vê çarçoveyê de dest bi şewitandin û birîna daristanên Başûrê Kurdistanê û talankirina xwezaya Kurdistanê kiriye.

Tevî ku her roj êrîşên dagirker ên dewleta Tirk zêdetir dibin, welatiyên Başûrê Kurdistanê hê bêhtir metirsiya rewşê û hewldanên dagirkerî yên dewleta Tirk hîs dikin. Di nava wan de bi taybetî çalakvanên sivîl jî wê metirsiyê dibînin.

Çalakvanên bajarê Kerkûk ên ji ANF’ê re axivîn, hişiyarî didin ku êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst dibe sedemê têkdana bihevre jiyana di nava civaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de.

‘BI HINCETA PARASTINA EWLEHIYA WELAT, DAGIRKERIYÊ DIKIN’

Çalakê sivîl ê bi navê Hesen Hisên têkildarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê got: “Mixabin di herêma me de şer û pêkdadanên bi wekalet heye, bi taybetî jî her du dewletên herêmî ango Tirkiye û Îran bi hinceta parastina ewlehiya welat êrîş, dagirkerî û destwerdana xaka Kurdistanê dikin. Tirkiye hebûna gerîlayên PKK’ê ji bo rewa nîşandayîna êrîşên xwe yên dagirkeriyê wek hincetekê bikar tîne.”

‘JI BO BIHEVRE JIYANA PÊKHATEYAN METIRSÎ YE’

Hisên her wiha bal kişande ser metirsiyên dewleta Tirk a li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê û wiha pêde çû: “EM wek çalakvanên sivîl van êrîş û destdirêjiyên Tirkiyê wek metirsiyekê li ser bihevre jiyana pêkhateyên herêmê dibînin, her wiha ew êrîşên Tirkiyê binpêkirina mafê mirovî ne.”

‘LI SER PÊŞEROJA IRAQ Û HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ METIRSÎ YE’

Çalakvan Hisên di dewama nêrînên xwe de got; “Daxwaza min ji her du hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê û aliyên pêywendîdar ew e ku ji bo van binpêkirinan sînorekê deynin, ji ber ku li ser pêşeroja Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê metirsî ye.”

‘TENÊ XEWNEKE VALA YA OSMANÎ YE’

Di derbarê hewldanên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo wegerandina parêzgeha Musilê li ser xaka Tirkiyê Hisên anî ziman, “Ev yek zehmet e; ji ber ku di cîhana îro de tiştekî wiha hêsan nîne, ew yek tenê xewnek vala ya Osmanî ye.”

‘EV HÊZ Û ALIYÊN KURDÎ STATUYA HERÊMA KURDISTANÊ DIXIN METIRSIYÊ’

Çalakvanê Kerkûkî Hesen îşare bi hevkariya hêz û aliyên Kurdî ya ji bo dagirkeran kir û wiha domand: “Eger her hêz û aliyekê Kurdî li ser esasê berjewendiya netewî û niştîmanî bi neyaran re têkilî çêneke, berevajî li ser bingehê berjewendiya takekesî û hizbî têkilî çêbike wê çaxê gel û statuya herêma Başûrê Kurdistanê dixe metirsiyê.”

‘PÊWÎSTE SÎNOREKÊ JI DESTDIRÊJIYÊN TIRKIYÊ RE BÊ DANÎN’

Hisên di dawiya nirxandinên xwe de behsa talan û têkbirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk ji niha ve dest bi têkbirina xweza û jîngeha Kurdistanê kiriye. Ev yek hemû welatiyan bandor dike û pêwîste hemû aliyên pêywendîdar û çalakvanên sivîl dengê xwe yê nerazîbûnê bigihînin Neteweyên Yekbûyî da ku sînorekê ji bo destdirêjiyên Tirkiyê ya li ser xweza û jîngeha Kurdistanê bê danîn.”

‘ÇEKÊ QEDEXEKIRÎ BIKAR ANIYE’

Çalakvan û rojnamevan Bextiyar Mihemed jî bal kişande ser zêdebûna êrîşên dirinde yên dewleta Tirk û got: “Di nava çend salên bihorî de dewleta Tirk şerxwaziya xwe zêdetir kiriye ku di van demên dawî de me dît ku êrîşên xwe berfirehtir kiriye, çekê qedexekirî û hêza zêde bikar aniye.”

‘ARMANCA ESASÎ YA TIRKIYÊ TUNEKIRINA HERÊMA KURDISTANÊ YE’

Mihemed her wiha îşare bi armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û ev anî ziman: “Tirkiye hebûna hêzekî çekdar a di nava xaka Başûrê Kurdistanê wek hincet bikar tîne, lê armanca esasî ya Tirkiyê tinekirina statuya herêma Başûrê Kurdistanê ye; ji ber ku Tirkiye hebûna statuyeke Kurdî qebûl nake.”

‘TIRKIYE BI WAN ÊRÎŞAN PEYAM DIDE GELÊ KURD’

Rojnamevan û çalakvanê sivîl Bextiyar Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi wan êrîşan peyamekê dide gelê Kurd û wiha berdewam kir: “Tirkiye bi wan êrîşên xwe vê peyamê dide gelê Kurd ku nabe hûn bibin xwedî statu.”

‘EV KONSEPTEKE BERFIREH A QIRKIRINÊ YE’

Mihemed wiha nirxandinên xwe domand: “Pêwîste hikumet û aliyên pêywendîdar li hemberî wan êrîşan bêdeng nebin, ji ber ku li ser tevahiya welat metirsî ye. Ev yek tenê li ser kesan metirsî nîne, belku ji ber êrîş û destdirêjiyên Tirkiyê li ser jîngeh, oksîjen û zindiyên Iraqê jî metirsî heye. Ev yek konsepteke berfireh a qirkirinê ye û pêwîste ji bo vê rewşê pêngaveke berfireh ya bersivdayînê bê pêşxistin da ku ew êrîş werin sekinandin.”

‘EW BÊDENGIYE CIHÊ MIXABINIYÊ YE’

Mihemed di dawiya axaftinên xwe de bi vî rengî bang li hêz û aliyan kir; “Pir cihê mixabiniyê ye ku du hikumetên Iraq û herêma Kurdistanê û aliyên siyasî li hemberî wan êrîş, binpêkirin û dagirkeriya Tirkiyê bêdeng in, pêwîste li dijî wan êrîşên dagirkeriyê xebata girseyî werin kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv