PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKIN
Girtiyên PKK û PAJK’ê 27’ê Mijdarê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de, ji bo azadiya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirine.
Berxwedana li zîndanan 153 roj in dewam dike.
Li derve jî li dora berxwedanê piştevanî bi pêş dikeve.
Rêxistinên HDP’ê yên Amed û navçeyên wê Yenîşehîr, Rêzan û Sûrê ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê çalakî pêk anîn.
Çalakiya li navçeya Rezanê li Parka Koşûyolûyê pêk hat.
Tevî HDPê aktîvîstên TJA, endamên TUAY-DER û gelek welatî tevlî çalakiya runiştinê bûn.
Beriya daxuyaniyê polisan dor li çalakgeran girt û ketina li parkê li welatiyan qedexe kir.
Çalakgeran jî bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan astengiya polîsan şermezar kir.
Rêxistina HDP’ê ya Sûr û Yenîşehîrê jî xwestin daxuyaniyan bidin lê ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatin astengkirin.
Her wiha dora avahiya HDP’ê ya Sûr û Yenîşehîrê hat dopêçkirin.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di roja 132’an de bi biryardarî dewam kir.
Çalakî ji aliyê koma 66’an ve tê birêvebirin.
Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê dimînin bi pêşengiya jin û ciwanan bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Ev çalakî jî 115 roj in bênavber tê meşandin.