NOBEDA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’
ÇALAKÎ 25’Ê HEZÎRANÊ DIKEVE 10 SALIYA XWE
Bi daxwaza azadiya rêber APO 25’ê Hezîrana sala 2012’an li pêşiya konseya Ewrûpayê kon hat danîn.
Ev çalakiya bi pêşengiya înîsyatîva Ji Ocalan re azadî’ dest pê kir, wê 25’ê Hezîranê 9 salên xwe tijî bike.
Çalakiya nobedê, di têkoşîna azadiya Kurd de, bûye çalakiya bê navber ya herî demdirêj.
Her hefte ji navendeke cuda ya Ewrûpayê, komeke Kurdistanî diçe Strasbourgê û hefteyekê çalakiyê birê ve dibe.
Heta niha ji kedkarên çapemeniyê heta hunermedên Kurd, ji siyasetvanan heta dîplomatan:
Ji her 4 aliyên Kurdistan û Ewûpayê welatî beşdarî çalakiyê bûne.
26’ê Hezîranê hevserokên rêxistin û saziyên di bin banê KCDK-Ewrûpayê de ne wê çalakiyê dewr bigrin..
Beriya merasima dewrgirtinê wê meşeke girseyî bê li darxistin.
KCDK-Ewrûpayê li ser mijarê daxuyaniye da.
Û bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan kir ku bi awayekî xurt beşdarî meşê bibin
Meş: Li qada Place de la République 67000
Saet: 11:00