PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI ZÎNDANAN 92 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya fizîkî ya ji bo Rêber Apo, girtiyên azadiyê li zîndanên dewleta Tirk 27″ê Mijdara 2020’an beşdarî Pêngava Dem Dema Azadiyê bûn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorverî ji wê rojê ve destpêkirî 92 roj li pey xwe hiştin.
Yek ji girtiyên di çalakiyê de cihê xwe digire, Çetîn Yildiz ê li zîndana Tîpa F Hejmar 2 a Tarsûsê ye.
Çetîn Yildiz bi rêya birayê xwe Abdullah Yildiz behsa binpêkirina mafan û berxwedana girtiyan a li hemberî vê yekê kir.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“HETA TECRÎD RANEBE, EM JI YA XWE NAYÊN XWAR”
Çetîn Yildiz da zanîn, ku rojê satekê tenê avê didin girtiyan, nîv saet ava germ û nîv saet jî ava sar.
Bi taybetî bal kişand ser wê yekê, ku bi dayîna vê avê ne mumkun e, ew paqijiya xwe bikin.
Çetîn Yildiz bi rêya birayê xwe Abdullah Yildiz têkildarî çalakiya greva birçîbûnê jî ev peyam da:
Beriya ku bi derengî bikeve, divê gavek were avêtin.
Divê tecrîda li dijî Rêber Apo were rakirin.
Heta neyê rakirin, em ji daxwaza xwe nayên xwar.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“XWE NEXIN HUNDIRAN RABIN, RABIN RABIN”
Dayîkên girtiyan jî ji bo biserxistina têkoşîna wan, bal kişandin ser mezinkirina têkoşînê.
Îhsan Topuz 1992’yan di 14 saliya xwe de li Tirkiyê hat girtin û 8 salan di zîndanê de ma.
Piştî beşdarî nava refên azadiyê bû bi çar salan 2004’an li Îranê hat girtin û li wir jî 10 salan di zîndanê de ma.
45 sal cezayê zîndanê dane Îhsan Topuz û ev 4 sal in li zîndana Tîpa T a Wanê girtî ye.