PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI ZÎNDANAN 253 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Koma Civakên Kurdistanê û Komalên Jinên Kurdistanê 10’ê Îlona 2020’an ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê pêngava ‘Bes e ji Faşîzm, Dagirkerî, Tecrîdê re, Dem Dema Azadiyê ye’ dabûn destpêkirin.
Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê 27’ê Mijdarê beşdarî pêngavê bûn û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî kirin.
Berxwedana wan 253 roj li pey xwe hiştin û niha koma 48’an çalakiyê bi rê ve dibe.
Girtiyan greva ku 5 rojan bi dorveger dikirin, 14’ê Tîrmehê derxistin 15 rojan.
Girtî ku bi rêya malbatên xwe peyaman dişînin, biryardariya xwe tînin ziman û ji civakê piştgiriyê dixwazin..
Bi heman armancê li Mexmûr û Yûnanistanê jî çalakiyên grevê hene.
Kurdên li Kampa Lavrîo 215 û yên li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî 232 roj in greva xwe didomînin.