Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya li zindanan 147 roj li pey xwe hiştin

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI ZÎNDANAN 147 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo girtiyên azadiyê li dehan zîndanên dewleta Tirk di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya girtiyan a bêdem û bidorvegerî 147 roj li pey xwe hiştin û ji aliyê koma 30’î ve tê birêvebirin.

Bi heman armancê çalakiyek jî li warhega penaberan a şehîd Rûstem Cûdî pêk tê.

Çalakiya Mexmûriyan jî 126 rojên xwe tijî kirin..

Ji bo azadiya rêber APO çalakiyeke din a grevê li kampa Lavrîo ya Yunanistanê heye.

Kurdistaniyên li vir jî bi dorvegerî ev 109 roj in bê navber çalakiya xwe didomînin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI SILOPYA TECRÎDKIRINA RÊBER APO HAT ŞERMEZARKIRIN

Di vê navberê de ji bo balê bikşînin ser tecrîdkirina rêber APO li navçeya Şirnexê Sipoyayê daxuyaniyek hat dayîn.

Rêveberê HDP’a Silopyayê Tuncay Înal daxuyanî xwend û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê.

Tuncay Înal îşaret bi têkoşîna rêber APO ya ji bo demokrasî û azadiyê kir û wiha got.

Birêz Ocalan di nava tecrîd û êşkenceyê ya herî hovane de tê ragirtin.

Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê bi tecrîdê hewl dide ser siyaseta xwe ya şer û talankar bigre.

Tuncay Înal da zanîn ku xwedîderketina li berxwedana li zindanan erka mirovî ya herkesî ye.

Û ji gelê Kurd xwest ku ji bo qebûlkina daxwazên wan têkoşîna xwe li her qadê mezintir bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv