ÇALAKIYA LI SÊMALKA DI ROJA 58’AN DE YE
PDK CENAZEYÊN ŞEHÎDAN NADE MALBATÊN WAN
Ji 5’ê Cotmehê ve şeniyên herêma Cizîrê li ber deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê kurdistanê de ye kon vedane.
Malbatên şehîdan bi vê çalakiyê daxwaza cenazeyê gerilayên HPG’ê Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ji PDK’ê dikin.
Tevî hemu bangan jî, PDK’ê cenaze şehîdan nede malbatan.
Ji hemû pêkhateyên herêmê rojane gelek kes berê xwe dide qada çalakiyê û piştgiriyê didin malbatên şehîdan.
Herwiha bang li PDK’ê dikin ku cenazeyên şehîd radestî malbatên wan bike.
Di roja 57’an a çalkiyê de Yekitiya Mutehîdan a Herêma Cizîrê serdana çalakiyê kirin û bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîd radestî malbatên wan bike.
Endamê Yekitiya Mutehîdan a Qamişloyê Hisên Hac Hesen di çalakiyê de axivî û ev bang li PDK’ê kir.
Koma gerilla ya ji 7 kesî pêk dihat şeva 28’ê Tebaxê dema dixwestin derbasî herêma Behdînanê bibin, li herêma Xelîfanê ketibûn kemîna çekdarên PDK’ê.
Ji koma gerîla, 5 gerîla bi awayekî bê bextan şehîd bûbûn.