Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya li girtigehan di roja 211’an de ye

 

ÇALAKIYA LI GIRTIGEHAN DI ROJA 211’AN DE YE
MALBATÊN GIRTIYAN: JI BO TECRÎD WERÊ RAKIRIN PÊWÎSTE EM SERÎ RAKIN

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di girêva birçîbûnê de ne.

Berxedana wan ji aliyê koma 43. ve hat dewr girtin û di roja 211’an de didome.

Malbatên girtiyan jî di vê pevajoyê de li berxedana wan xwe xwedî derketin.

Ehmed Çelik ev 6 salan girtiye û niha di girtigeha Mêrsîn Tarsûsê de ye.

Dema tê girtin ji ber êşkenceya giran ji lingê xwe astengdar dibe.

Hevjîna Ehmed, Xezal Çelik axivî û derheqê rewşa hevjînê xwe de wiha got.

Xezal diyar kir ku ew ji ber rewşa xwe ya aborî nikarê hevjînê xwe bibîne.

Xezalê jî weke her malbaten girtiyên din daxuyakirin ku, dive tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI MEXMÛR 190, LI KAMPA LAVRÎO JÎ DI ROJA 173’AN DE YE

Çalakiya girêva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî,ji bo dawikirina tecrîda li Îmraliyê bi pêşengiya meclîsa Îştarê didome.

Çalakî îro ji aliyê koma 95 ve hat dewr girtin û di roja 190’î de dewam dike.

Kurdên li kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê jî bi heman armancê 173 roj li pey xwe hiştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv