JIN PÊŞENGTIYA ÇALAKIYÊ DIKIN
ÇALAKIYA LI BALÎSAN DI ROJA 7’AN DE DEWAM DIKE
Li dijî kêmxizmetguzariyan nerazîbûna xelkê bajaroka Balîsan a Hewlêrê, 7 rojên xwe tijî kir.
Jin ji çalakiya ku 1’ê Îlonê dest pê kiriye re pêşengiyê dikin.
Çalakgeran rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Balîsanê de ji çûnûhatina wesayîtên barhilgir re girtine û li ser rê radizin.
Çalakger dibêjin; heta ku daxwazên me neyên bi cihanîn em ê çalakiya xwe berdewam bikin.