Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Pasûrê 2 Endamên MÎT û 3 Kontrayên Dewleta Tirk hatin kuştin.

 

Beriya bi mehekê li navçeya Amed Pasûrê endamên îstîxbarat û kontrayên Dewleta Tirk hatin kuştin.

Lê Dewleta Tirk û çapemeniya şerê qirêj digotin PKK’ê sivîl kuştine.

Kesên hatibûn kuştin navê wan zelal bû û kontra bûn.

Her wiha devera ku bûyer lê qewimî jî li sivîlan qedexe bû û çi karê sivîlan li wê derê heye.

HPG’ê îro eşkere kir ku çalakî ji aliyê wan ve hatiye kirin û kesên hatine kuştin 5 endamên îstîxbaratê û kontra ne.

Beriya bi mehekê li navçeya Amed Pasûrê teqînek çêbû û 5 kes hatin kuştin.

Dewleta Tirk û çapemeniya wê ji vê teqînê yekser PKK berpirsiyar nîşan dan û gotin PKK sivîl kuştine.

Lê çavkaniyên xwecihî ragihandibûn ku kesên hatine kuştin endamên îstîxbaratê û kontra ne.

Her wiha devera ku bûyer lê qewimî jî li sivîlan qedexe bû û çi karê sivîlan li wê derê heye.

Ji bo vê yekê jî ji Walîtiya Tirk a Amedê pirs kirin û gotin li cihê leşkerî û qedexe çi karê sivîlan heye.

HPG’ê bi daxuyaniyekê bûyer zelal kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 8’ê Nîsanê gerîlayên wan li navçeya Amed Pasûrê, li nêzî gundê Savûşka li dijî wesayita ku endamên MÎT’ê û kontra tê de bûn çalakiya sabotajê kirin.

Di çalakiyê de 2 endamên MÎT’ê û 3 kontra hatin kuştin.

Yekîneya ku çalakî kir bi silametî li baregehên xwe vegeriya.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê heta 23’ê Nîsanê li qadê tevgera dagirkeriyê kir û bê encam vekişiya.

HPG’ê li ser derewên çapemeniya şerê qirêj jî wiha got;

Dewleta Tirk a faşîst û qirker ji bo îmhakirina hêzên me yên gerîla bi gelek rê û rêbazên qirêj tevdigere. Yek ji van tevnên xwe yên rêxistinbûna qirêj jî ew e ku bi MÎT û kontrayên xwe mîna sivîlan tevdigere û li qadên gerîla keşfê dike. Her wiha liv û tevgera gerîla dişopîne û hewl dide tespît bike.

Dema ku ev rêxistinbûna ajan-kontra agahiyekê li ser karên gerîla bi dest dixe, hingî dewleta Tirk li van herêman dest bi hewldana ji bo îmhakirina gerîla dike.

Dewleta Tirk a mêtinger û medya wê bi agahiyên çewt û şaş hewl da van kesan sivîl nîşan bide û rastiyê ji raya giştî veşêre.

Bi rojan li ser vê yekê propaganda derewîn kir. Kesên ku di vê çalakiyê de bûn hedef ne sivîl in, ajan-kontrayên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ne ku li dijî Gerîlayên Azadiyê bi taybetî hatine şandin.

Ev jî hatin dîtin

Nivîskarê Misrî Îlhamî El Milêcî: PKK Doza Gelê Kurd Girtiye Ser Xwe

Stêrk Tv

Qirkirinên Siyasî li Şirnaxê Nekarî Pêşiyê li Kongereyên bi Coş Bigrin

Stêrk Tv

ji Gerîlayên Ereb û Faris Bang: Ji bo Azadiya gelan Tevlî Nava Refên Gerîla Bibin

Stêrk Tv

Êrişa Çeteyên DAIŞ’ê li Dijî Girtîgeha Hesekê

Stêrk Tv

Ferhat Şamî rewşa dawî ya li girtîgeha Hesekê ragihand

Stêrk Tv

Di salvegera êrişa li dijî Efrînê de êrişa DAIŞ’ê

Stêrk Tv