ÇALAKIYA HERÎ DEMDIRÊJ A KURDAN
NOBEDA “JI OCALAN RE AZADΔ 9 SAL LI PEY XWE HIŞTIN
25’ê Hezîrana 2012’an… Li pêşiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê Kurdan dest bi çalakiyeke dîrokî kir.
Ev çalakiya li bajarê Fransayê Strasboûrgê her hefte ji aliyê komeke cuda ya Kurdan û dostên wan ve hat dewrgirtin.
Çi zivistan, çi havîn… Bi hezaran Kurd û dostên xwe, nava rojê li ber saziyên Ewrûpayê dengê xwe bilind kirin.
Ji her devera Ewrûpayê Kurdan cihê xwe di vê çalakiyê de girt.
Vê çalakiyê 471 hefte, 3 hezar û 297 roj bi hesabekî din tam 9 sal li pey xwe hiştin.
Hedef û armanca vê çalakiyê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.
Hunermend, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û ji gelek pîşeyên din çalakger beşdarî nobeda ji Ocalan re azadî bû.
Di salvegera destpêkirina vê çalakiyê de wê li Strasboûrgê çalakiyeke girseyî were lidarxistin.
Sibe hevserokên rêxistin û saziyên di bin banê KCDK-Ewrûpayê de wê çalakiyê dewr bigrin..
Beriya merasima dewrgirtinê wê meşeke girseyî bê li darxistin.
KCDK-Ewrûpayê li ser mijarê daxuyaniye da.
Û bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan kir ku bi awayekî xurt beşdarî meşê bibin