Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên azadiyê 131 roj li pey xwe hiştin 06.04.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 131 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

27’ê Mijdarê girtiyên azadiyê yên PKK û PAJK’î li zindanên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.

Çalakiya grevê ya ji bo azadiya rêber APO di roja 131’an de ye.

Koma 27’an çalakî dewr girt.

ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 131 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
“LI BER VÊ ZILMÊ SERÎ RAKIN, BI WÊREKIYÊ EM Ê BI SERKEVIN”

Yek ji berxwedêrê beşdarî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bûye jî Mustafa Amutgan e.

Mustafa Amutgan ê 28 salin girtiye, niha li zindana Riha ya Tîpa T’yê ye.

Hevjîna Mustafa, Remziye Amutgan li ser berxwedana girtiyan û binpêkirinên li zindanan ji ajansa nûçeyan a Jinhayê re axivî..

Remziye dibêje, edî bes e, serî rakin… Bi tirsê em nikarin tiştekî bidest bixin… Em ê bi wêrektiyê bi ser kevin.

ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 131 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
XELKÊ WANÊ: HEVDÎTIN TÊR NAKE, DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE

Xelkê Wanê jî nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina rêber APO dan û daxwaza azadiya wî kirin.

Waniyan bang li gel kir xwedî li berxwedana girtiyên azadiyê derkevin.

ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 131 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
“LI DIJÎ TECRÎD Û BINPÊKIRINAN DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN”

Endamê komisyona zindanan a ÎHD’a Îmzîrê Ahmet Çîçek jî derheqê berxwedana girtiyên azadiyê de axivî.

Ahmet Çîçek tecrîda li dijî rêber APO û binpêkirinên li zindanan weke hovîtiyekê bi nav kir.

Û bang li rayedarên dewletê kir ku daxwazên girtiyan qebûl bike.

ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 131 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
LI ZINDANA XARPÊTÊ GARDIYANAN ÊŞKENCE LI GIRTIYAN KIR

Li aliyekî biryardariya girtiyên azadiyê di asta bilind de xwe dide der, li aliyê din jî dagirkeriya Tirk li ser wan zext û faşîzma xwe zêde dike.

Nûçeya herî dawî ji zindana hejmara 2 a Xarpêtê hat.

Li gorî agahiyan, gardiyanan avêtiye ser qawîşên girtiyan û li wan dane.

Malbatan diyar kir ku ew ê li Komeleya Mafê Mirovan giliyê rayedaran bikin û banga hêstiyariyê kirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GREVÊ YA LI MEXMÛRÊ 110, YA LI LAVRÎOYÊ 93 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

Di vê navberê de ji bo azadiya rêber APO şêniyên Mexmûrê jî ev 110 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Koma 55’an çalakiyê birêve dibe..

Bi heman armancê çalakiyek jî li Yûnanistanê pêk tê.

Kurdên li Kampa Lavrîo ev 93 rojin bi dorvegerî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv