Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya dîlên azadiyê 38 roj li pey xwe hişt 03.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA DÎLÊN AZADIYÊ 38 ROJ LI PEY XWE HIŞT

Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona KJK’ê di Îlona 2020’an de pêngavên mezin li dijî dagirkeriya Tirk û bi taybet jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ragihandin.

Van pêngavan bi taybetî xwe spart dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye” û li her dera Kurdistanê û derveyî wê belav bûn.

Dîlên azadiyê yên li zîndanên dewleta Tirk jî ji bo pêşengiyê ji pêngavan re bikin, careke din bi rola xwe rabûn.

27’ê Mijdarê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dîlên azadiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Di daxuyaniya li ser navê girtiyan de hat gotin;

Ji her 5 rojan carekê wê komeke cûda ji zîndanên cûda çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire û wê bêdem be.

Ev çalakî niha bi koma 8’an 38 roj li pey xwe hiştin.

Çi bi rêya malbatên xwe û çi jî bi rêya parêzerên xwe, dîlên azadiyê radigihînin ku wê heta girtina encamekê çalakiya xwe bidomînin.

Di şert û mercên zîndanên dewleta Tirk de bi taybetî bi pêvajoya vîrusa korona re ev sekna girtiyan li nav gelê Kurd bû cihê serbilindî ye.

Ji ber ku vîrusa kujer bi taybetî kesên bedena wan ji xweparastinê dikeve, dike hedef.

ÇALAKIYA DÎLÊN AZADIYÊ 38 ROJ LI PEY XWE HIŞT
“RÎSKA XIRABBÛNA TENDURISTIYA GIRTIYAN JI BERÊ 2 QAT ZÊDETIR E”

Koordînatora Parastinê ya Komeleya Civaka Sivîl a Ceza Înfazê Bêrîvan Korkut jî bal kişand ser vê yekê.

Bêrîvan Korkut da zanîn, ku bi vîrusê re gelek mafên girtiyan hatine binpêkirin û wiha got:

Ev saleke bi hinceta vîrusê tecrîda li dijî girtiyan zêde bûye.

Ev yek bandorê li ser psîkolojî û fizîka wan dike.

Greva birçîbûnê jî di bin metirsiya vîrusê de tê domandin.

Ev greva birçîbûnê ji yên berê 2 qat zêdetir bi rîske ji bo tenduristiya girtiyan.

Divê danûstandin bi girtiyan re bê kirin da ku pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.

Divê her kes ji bo girtiyan bi hişyariyeke mezin tevbigere.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv