Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cafer Şervan: Sedema krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyê şerê li Kurdistanê ye

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
SEDEMA KRÎZA SIYASÎ Û ABORÎ YA LI TIRKIYÊ ŞERÊ LI KURDISTANÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan têkilî çalakiyên 1’ê Gulanê ji ANF’ê re nirxandin kirin.

Cafer Şervan îşaret bi siyaset û polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê kir ku îro li ser temamiya civaka Tirkiyê jiyan tewizandiye û got:

Ev rejîm hemû derfetên xwe ji bo şerê li Kurdistanê dimeşîne seferber dike.

Girîng e ku derdorên demokratîk û kedkar ên li Tirkiyê li dijî şer derkevin.

Sedema esasî ya krîza aborî û feqîriyê şer e.

Cafer Şervan destnîşan kir ku bi hin tifaqan li dijî faşîzmê serkeftinên mezin jî hatine bi dest xistin, weke nimûne jî hilbijartinên berê bi bîr xistin.

Şevan wiha dewam kir:

Ev tifaq desthilata AKP-MHP’ê anî ber hilweşînê.

Heke muxalefeta li dijî rejîmê li yek navendê were birêxistinkirin wê faşîzm têk biçe.

Cafer Şervan bal kişand ser êrişkariya rejîma faşît a tirk û wiha dewam kir:

Ji bo ku ji desthilatê nekevin li hundir û derve ev qasî êrîşkar dibin.

Li derve ji xwe re li destekê digerin.

Ji bo ku HDP’ê bigirin her cure qalikê yasayî û saziyên xwe bi xwe jî tine dihesibînin.

Bi rêbazên zext û zordariyê teslîmiyetê ferz dikin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
CIVAKA TIRK JÎ DIKARE BI PÊNGAVA ‘DEMA AZADIYÊ’ FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNE

Cafer Şervan girîngiya têkoşîn û berxwedana hevpar û giştî jî wiha şîrove kir:

Bi lihevkirina aliyên paşverû yên pergalê û bi bêdengmanê xilasbûna ji desthilata faşîst zor e.

Li gel hemû zext û zordariyan jî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê kiriye ku Kurd hemû jê nefret bikin.

Hemû Kurd gihîştine wê bîr û baweriyê ku li dijî vê deshtilatê tekane rê têkoşîn e.

Divê Gelê Kurd bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê re eniya antîfaşîst ava bike û tevlî pêvajoya pêngavê bibe.

Divê Civaka Tirkiyê û hêzên demokratîk bibînîn ku bi tevlêbûna pêngava ‘Dema Azadiyê ye”, dikarin ji rejîma faşîst xilas bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv