Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: ‘Ji bo çareseriya doza Kurdî muxatabê herî girîng birêz Ocalan e’

 

BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ
JI BO ÇARESERIYA DOZA KURDÎ MUXATABÊ HERÎ GIRÎNG BIRÊZ OCALAN E

Di demên dawî de li Tirkiyê li ser çareseriya doza Kurd hin nîqaş tên kirin.

Beyî Rêber Apo ku di vê oxirê de xwedan keda herî mezin e, ev nîqaş tên meşandin.

Têkildarî vê rewşê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tecrîdê û xwest ev pegala îşkenceya sîstematîk bi dawî bibe.

Di daxuyaniyê de ev xal derketin pêş:

Ev demek e der barê rewşa muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya doza kurdî de nîqaş tên kirin.

Lê li gel vê jî derfetê nadinê ku tevlî nîqaşan bibe û mafê gotinê jî bi kar bîne.

Bêyî Ocalan di heqê wî de û çareseriya doza kurdî de axaftin ne rê û rêbazeke maqûl a çareseriyê ye.

Ji bo çareseriya doza kurdî muxatabê herî girîng birêz Ocalan e.

Wî di vê oxirê de kedeke mezin da, gelek proje bi pêş xistin û hewl da aştiyê ava bike.

Berxwedana wî ya li dijî pergala tecrîdê jî dewama hewldanên wî ne.

HDP jî weke nûnerê siyaseta muzakereya demokratîk, pêşenga civakî ya îdiaya rêxistinkirina aştî û demokrasiyê ye.

Beyî HDP’ê şertên çareseriyê wê nekemilin, bêyî wê ne mimkûn e ku zemîna aştiyê ji gelên Tirkiyê re were pêşkêş kirin.

Doza kurdî dawîya dawî meseleyeke destûra bingehîn e.

Birêz Ocalan bi xwe bi israr xwest çareseriya doza kurdî li ser esasên destûra bingehîn, li ser zemîna Meclisa Tirkiyê were bipêşxistin.

Lazim e tecrîd were bidawîkirin û derfetê jê re çêkin da ku bikare gotina xwe bibêje.

PARÊZER MAZLÛM DÎNÇ:
ME BI DAXUYANIYA XWE XWEST EM PÊŞÎ LI NÎQAŞÊN ÇEWT BIGIRIN

Parêzer û wasiyê Rêber Apo Mazlum Dînç tevli Nîvrojê bû.

Di heqê daxuyaniya buroyê û nîqaşan de ev peyam da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv