Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bîlançoya sûcên şer ên dewleta Tirk li Efrînê

 

 

BÎLANÇOYA SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ
300 HEZAR WELATIYÊN EFRÎNÊ KOÇBERÎ ŞEHBA KIRIN

Ji 18’ê Adara 2018’an heta niha li pêş çavê cîhanê Dewleta tirk tevî çeteyên xwe sûcên şer ên li Efrînê didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê bîlançoya van sûcan eşkere kir.

Rêxistin diyar dike ku bi darê zorê zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê koçberî kantona Şehbayê kirine.

Dagirkeran li gund û navçeyên Efrînê zêdetirî 400 hezar kesên ji başûrê Idlibê, Heleb û Xûtaya Rojhilat a Şamê bi cih kirin.

Hejmara Kurdên li Efrînê bin ji sedî 23yî.

BÎLANÇOYA SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ
NAVÊN KURDÎ GUHERTIN, PERWERDEYA ZIMANÊ TIRKÎ FERZ KIRIN

Navên Kurdî yên qadên sereke yên Efrînê û gelek gundan guhertin.

Navê gundê Qestela Miqdad kirin Selcûq Obasî, Kotana kirin Zafer Obasê û Kurzêlê jî kirin Cafer Obasî.

Li gelek deverên stratejîk ên bi navê kurdî veguherandin Osmanî, alên dewleta Tirk û wêneyên Erdogan daliqandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyê destnîşan kir, perwerdeya bi tirkî li dibistanan hatiye ferzkirin.

Ji şêniyan re nasnameyên tirkî derdixin, pîrozgeh, goristan û deverên olî yên êzidiyan wêran kirin, li dikan û kolanan afîşên tirkî daleqandin.

BÎLANÇOYA SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ
646 SIVÎL QETIL KIRIN, 7754 JÎ REVANDIN

Dagirkeran di sê salan de zêdetirî 7 hezar û 754 sivîl revandin.

646 sivîl bi topbaran û îşkencê qetil kirin û tevî jin û zarokan 705 kes jî birîndar bûn.

Ji malbatên gelek kesên revandine fidye xwestin.

83 jin hatin kuştin, destdirêjî li 70’ê jinî kirin.

BÎLANÇOYA SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ
DARÊN ZEYTÛNAN QUT KIRIN, ŞÛNWAR WÊRAN KIRIN

Rêxistin derbarê talankirina xwezaya Efrînê de jî dide zanîn ku hêzên dagirker 327 hezar û 330 darên zeytûnan û cûreyên din birîn, 17 hezar dar şewitandin.

Agir berdan zêdetirî 11 hezar û 600 hektar qadên zeytûnan.

Zeytûnên Efrînê di deriyê navçeya Cindirêsê re birin Tirkiyê û li bazarên mîna Spanya û Amerîka mîna berhemên tirkî firotin.

Bi hezaran malên sivîlên koçberkirî, firotin, veguherandin girtîgeh û navendên çeteyan.

Ji Şûnwarên Efrînê 96 girên dîrokî kolan û talan kirin, 28 cihên dîrokî xerab kirin, zêdetirî 15 gorên olî wêran kirin, goristanek veguherandin sûka sewalan.

Li aliyê din dagirkeran xeta trênê ya Meydan Ekbes a li navçeya Racoyê ku di gundê Kefer Cenê yê Şêrawa û gundê Qitmê re derbas dibe, rakirin û firotin bazirganên Ezazê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv