Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bîlançoya 3 salan a sûcên dewleta Tirk li Efrînê

 

BÎLANÇOYA 3 SALAN A SÛCÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ
“DI 3 SALAN DE 400 HEZAR BIYANÎ LI EFRÎNÊ HATIN BICIHKIRIN”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bîlançoya 3’ê sala ya sûcên dewleta Tirk a li Efrînê eşkere kir.

Di raporê de tê gotin 300 hezar mirov hatin koçberkirin.

Li şûna wan 400 hezar kesên biyanî ji başûrê Idlibê, Heleb û Xûtaya Rojhilat a Şamê birine Efrînê û li gund û navçeyên Kurdan bicih kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan di rapora xwe de qala bûyerên kuştin, revandin, talan û destdirêjiyê yên li Efrînê dike.

Li gorî raporê.

Zêdeyî 300 hezar kes ji cih û warê xwe bûn.

646 kes hatin qetilkirin,705 kes hatin birîndar kirin ku ji van 306 zarok û 216 jin in.

7 hezar û 754 sivîl hatin revandine û aqûbeta zêdetirî nîvê vê hejmarê ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di rapora xwe de qala sûcên dewleta Tirk a li dijî jinan jî dike û dibêje.

Di nava 3’ê salan de 83 jin hatin kuştin 5 bûyerên xwekuştinê rudan û destdirêjî 70’ê jinan kirine.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan bîlançoya wêran kirin û talana li Efrînê jî wiha ye.

327 hezar û 330 darên zeytûnan û cûreyên din hatine birîn.

17 hezar darên zeytûnê û darên cuda hatin şewitandin,

Bi giştî 11 hezar û 600 hektar zeviyên daran hatin şewitandin.

28 cihên dîrokî û embar hatin xirabkirin, 15 mezarên olî hatin wêrankirin.

Rêxistinê da zanîn ku dewleta Tirk navên qadên sereke yên navenda bajarê Efrînê guhertin, di nav de navê Qada Azadî kir Qada Ataturk

Navê Çerxerêya Newroz kir Selahedîn, navê Çerxerêya Wetanî kir 18’ê Adarê û navê Çerxerêya Kawayê Hesinkar kir Şaxê Zeytûnê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di dawiyê de dibêje topbaran û wêrana li Efrînê hêjî didome.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv