Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi minasebeta 4’ê Nîsanê YJA-Star, Kongra Star, TJA û Meclîsa Êzidiyan peyam dan 04.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
YJA STAR: EM Ê DÎWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek weşand.

YJA Starê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev peyam da:

Em bang li her kesî din ên ku baweriya xwe bi azadiyê heye û ji bo mirovahî û demokrasiyê têdikoşin, li dora Rêbertî bicivin, dîwarê Îmraliyê yê ku bûye dîwarê şermê yê demê hilweşînin.

YJA Starê di daxuyaniya xwe de cih da keda mezin a Rêber Apo ji bo azadî û xwebirêxistinkirina jinan.

Di dewama daxuyaniyê de YJA Starê ev peyam da:

Bi navê hêzên YJA Starê em soza xwe dubare dikin ku tecrîda li Îmraliyê parçe bikin, ji bo jiyana bi Rêberê Azad li Kurdistana Azad têkoşîna xwe bi ser bixînin. Em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
KOGREYA STAR: JI BO ME JIYANEKE BÊYÎ RÊBER APO TINE YE

Kongreya Star bi peyamekê 4’ê Nîsanê pîroz kir.

Koordînasyona Kongreyê hêzên ku di şexsê Rêber Apo de ev 22 sal e li dijî gelan komployê didomînin rûreş kir û wiha dewam kir:

4’ê Nîsanê ne tene rojbûnek e .

4’ê Nîsanê bi tenê bidawîbûna înkar, asîmîlasyon û koledariyê temsîl nake, 4’ê Nîsanê têgihîştineke nû, felsefeyeke nû ya jiyanê, formeke nû ya têkoşînê di dîroka berxwedanê ya Kurdan de îfade dike.

Kongreya Star destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo geştir bikin û ev peyam da:

Ji bo ku 4’ê Nîsanê veguherînin cejneke azadiyê, em pêşengiya jinan di her aliyê jiyanê de mezin bikin.

Em tecrîda Îmraliyê û pergala îşkenceyê ji hev bikin da ku bi rêber Apo re azad bijîn.

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
SÎWANA MECLISÊN GUNDÊN ÊZIDIYAN 4’Ê NÎSANÊ PÎROZ KIR

Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo peyamek weşand.

Meclisan rojbûna Rêber Apo li Rojhilata Navîn bi taybetî li civaka Êzidî û gelên Kurdistanê pîroz kir û ev peyam da:

4’ê Nîsanê weke rojeke ku azadiya gelan û mirovahiyê pêk hat, ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî azad ku rojeva xwe ya bingehîn azadî ye, tecrîdkirina gelan û mirovahiyê ye.

Em dibêjin 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelan, li têkoşeran pîroz be û bang li alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê dikin ku bibin dengê berxwedana wan a bi heybet.

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
TJA: BI TILÎLIYA JINÊN ROJÊ DIWELIDÎNIN BAŞ KU TU HATÎ DINÊ

Bi minasebeta 4’ê Nîsanê Tevgera Jinên Azad TJA’yê jî daxuyaniyek weşand.

TJA’yê di daxuyaniya xwe de îşaret bi berxwedan û keda Rêber Apo ya ji bo azadiyê kir û ev peyam da:

Rojbûna te pîroz be ey mirovê zana.

Hemû jin hebûna vî mirovê zana weke hebûna xwe dibînin. Esareta wî weke esareta xwe dibînin, azadiya wî weke azadiya xwe dibînin.

Roja tu hatî dinê bila li gerdûnê û mirovahiyê pîroz be.

Di siberojên azad de bi tilîliyên jinên rojê diwelidînin em careke din dibêjin rojbûna te pîroz be, baş ku tu heyî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv