Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi manşeta ‘Baroyên Qendîlê’ baroyên li dijî nijadperestiyê kirin hedef

 

JI ROJNAMEYA ALÎGIRÊ AKP’Ê YENÎ ŞAFAKÊ NUÇEYEKE SOSRET
BI MANŞETA “BAROYÊN QENDÎLÊ” BAROYÊN LI DIJÎ NIJADPERESTIYÊ KIRIN HEDEF

Ji rojnameyên ku weke berdevkên AKPê û Erdogan weşanê dikin, Yenî Şafakê nuçeyek sosret weşand.

Ev rojnameya ku destekê dide nijadperestiya tirk, vê carê jî bi manşeta “Baroyên Qendîlê”, baroyên ku li dijî nijadperestiyê derketin kirin hedef..

Yenî Şafak êrişên nîjadperest weke “pevçûnên normal” banga baroyan jî weke provokasyon pênase dike.

Piştî vê manşeta sosret serokên baroyan daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bang li Konseya Çapameniyê kirin ku peywira xwe bi cih bîne.

ÊRÎŞÊN NIJADPEREST LI DIJÎ KURDAN
XELKÊ AMEDÊ: LU QUTBAN JÎ 3 KURD WERIN CEM HEV WÊ RASTÎ ÊRIŞAN WERIN

Erîşên nijadperest li dijî kurdan nerazîbuneke mezin di nava gel de derxist holê.

Welatiyê bi navê Mûstafa Kaya, bal kişand ser qetilkirina Hakîm Dal û wiha got:

Di êrîşên li hemberî kurdan de, dewlet xwedî roleke mezin e.

“Lê belê ew yekî ji me bikujin, em ê hezar zêde bibin.

Saît Dogan jî qetilkirina kesekî ya bi destê 60 kesî wekî “wehşetê” pênase kir.

Ahmet Bal, diyar kir ku pêleke provokasyonê ketiye dewrê û got:

Alî Ekîncî jî diyar kir ku 3 kurd li qutban werin cem hev wê rastî êrîşên nijadperest werin.

PARLEMENTERA HDP’Ê YA AMEDÊ DERSIM DAG
“EM BAŞ DIZANIN EV ÊRIŞ BI DESTÊ KÊ Û POLÎTÎKAYÊN KÊ TÊN MEŞANDIN”

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî doh têkildarî êrişên nijadperest li qada Şîşhane ya Beyogluya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag axivî û got; ev êriş li dijî hevgirtina gelan pêk hatiye.

ÊRÎŞÊN NIJADPEREST LI DIJÎ KURDAN
LI HEZEX, ELKÊ, SILOPYA Û CIZÎRÊ ÇALAKÎ PÊK HATIN

Li 4 navçeyên Şirnexê Hezex, Elkê, Silopya û Cîzîrê jî çalakiyên prostestoyî pêk hatin.

Li dijî êrîşan banga xwebirêxistin û parastinê hat kirin.

TORA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ:
EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN BÊDENG NEMÎNIN

Tora Ziman û Çanda Kurdî jî bi daxuyaniyeke niviskî bêdengiya dewletê ya li dijî êrişan şermezar kir.

Bi qurtasî daxuyanî wiha ye;

Di sedsala 21’emîn de li Tirkiyeyê kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên.

Kiryarên van êrîşên nijadperest ji aliyê dadgeh û daraza Tirkiyeyê ve bê ceza dimînin û serbest tên berdan.

Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin.

SEROKÊ GIŞ-DER’Ê ABDULSELAM KÛTLÛ:
JI BO PÊŞÎGIRTINA ÊRIŞAN DIVÊ KIRYAR BÊN CEZAKIRIN

Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat Abdulselam Kûtlû, jî êrîşên nîjadperest ên li dijî kedkarên demsalê nirxandin.

Kûtlû, destnîşan kir ku kedkar ji ber polîtîkayên cihêkar û berberîbûnê yên dewletê bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin.

Abdulselam Kûtlû diyar kir ku ji bo pêşî li ber van êrîşan bê girtin divê cezayê giran li êrîşkaran bê birîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv