Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê bi lezûbez li qadên gerîla yên Metîna çeperan û rê çêdike

 

PDK LI PEY ÇIYE?
BI LEZÛBEZ LI QADÊN GERÎLA YÊN METÎNA ÇEPERAN Û RÊ ÇÊDIKE

Hunermendên Kurd ên ji bo rê li ber şerekî Kurd bi Kurd bigirin, bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re rûniştibûn wiha gotibûn:

“Mesûd Barzanî got, ez li ser soza xwe me ku şerekî Kurd bi Kurd nebe.”

Lê hem êrişa berfireh û bomberdimana dijwar a doh li dijî herêmên Metîna pêk hatî…

Hem jî veguhestina hêzeke zêde ya ji Şêladizê ber bi qada Rêncbiraxa ya Zapê ve,

Hem jî êrişa 26’ê Tîrmehê li Xelîfanê li dijî gerîlayan û şehîdxistina wan, berevajî vê sozê ne.

Ji ber ku tevahiya van êrişan piştî hevdîtina Sefîrê Tirk ê Bexda bi Mesûd Barzanî re pêk hatin.

Nîşaneya amadekariya şerê li dijî gerîla ji aliyê PDK’ê ve herî dawî bi dîmenekî ji Metîna derket holê.

Di dîmen de tê dîtin, ku hêzên PDK’ê li qadên gerîla bi awayekî lezûbez çeperan çê dikin.

Bi maşîneyên kar rêyan çê dikin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku li vê qadê 5’ê Hezîranê di teqîna wesaîteke leşkerî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Hê jî naveroka vê bûyerê ji raya giştî re ji aliyê PDK’ê ve nehatiye eşkerekirin.

Ji ber ku hin heyet çûn vê qadê û lêkolîn jî kirin.

24’ê Tîrmehê jî li Girê Çarçel ê Metîna hêzên PDK’ê êrişî qadên gerîla kiribûn û şerekî demkurt qewimî bû.

26’ê Tîrmehê hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê êrişî hêzên gerîla kiribûn û HPG’ê ragihandibû, ku di êrişê de ji hêzên gerîla şehîd û birîndar hene.

29’ê Tîrmehê PDK’ê hêzên ku ev demeke dirêj bû li Şêladizê radiwestand û me jî gelek caran bi nûçeyên xwe behsa vê yekê kiribû, ber bi qada Rêncbiraxa ya Zapê ve şand.

Gerîlayan xwestin bi devkî hêzên PDK’ê hişyar bikin, da ku li noqteyên xwe yên berê vegerin.

Lê hêzên PDK’ê sîlehên xwe amade kirin û xwestin êriş bikin.

Hem li ser hişyariya gerîla û hem jî li ser hişyariya xelkê herêmê, rê li ber şerekî muhtemel ji bo vê kêliyê hat girtin.

Bi vê livûtevgera PDK’ê û êrişên wê yên li Xelîfan, Metîna û Zagrosan êdî eşkere ye amadekariya şerekî li dijî gerîla dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv