Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi hezaran kes li ser banga TJK-E ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BI HEZARAN KES LI SER BANGA TJK-E JI BO AZADIYA RÊBER APO DAKETIN QADAN

Bi rasthatina salvegera 1. a Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewrupa û KCDK-E li gelek navendên Ewrupayê çalakî hatin li darxistin.

Li welatê Almanyayê navnîşanên çalakiyan bajarên Berlîn, Koln, Stuttgart, Frankfurt, Hannover, Sarbruken, Hamburg bûn.

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên xwe bi daxwaza azadiya ya Rêber Apo daketin qadan.

Li Fransayê jî Kurd û dostên xwe li bajarên weke Parîs, Marsîlya, Bordo, Dragunyan, Strasbûrgê li qadan bûn.

Mitinga herî girseyî li paytext parîsê pêk hat û bi hezaran kes beşdar bun.

Di mitîngê de, Asya Abdullah axivî û bal kişand ser têkoşina Jinan a di şoreşa Rojavayê kurdistanê de û ev bang li sazî û dezgehên welatê fransa kir;

Li welatê Swîsrey jî, Meşa navendî ya Kurdistanî û dostên xwe li bajarê Baselê pêk hat.

Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê jî Înisîyatîfa Tevgera Jinên Kurd mîtîngek organîzekirin.

Di mîtîngê de pergala tecrîdê û êrişên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê hate protestokirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagênê jî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de bi pêşengiya Meclîsa Jinan çalaki pêk hatin.

Wekî din li navendên weke Den Haag, Bruksel, London, Viyana, Orebro û Oslo jî çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de Kurdistanî û dostên xwe silav dan Pêngava Dem Dema Azadiyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv