Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi hezaran kes li Kantona Qamişlo daketin meydanan

 

BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
BI HEZARAN KES LI KANTONA QAMIŞLO DAKETIN MEYDANAN

‘Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina gelê Kurd e”.

Bi vê dirûşmê li gelek navendên Kantona Qamişlo gel daket qadan.

Li Amûdê jî bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û hêrsa xwe li dijî êrişên dagirkeriyê anîn ziman.

Meş ji aliyê Kongreya Star ve hat organîzekirin.

Pêkhateyên Tirbepsiyê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal, Mexmûr û herêmên parastinê yên medyayê şermezar kirin.

Di meşê de li dijî êrişên dewleta Tirk banga hevgirtin û têkoşînê li xelkê herêmê hat kirin.

Şêniyên Girkê Legê jî li qada şehîd Xebat kom bûn û bi gotina silaganan dest bi meşê kirin.

Beşdaran diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide jiyana azad a mirovan jiholê rake.

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk meşek jî li Dêrikê hebû.

Li vir jî berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê hat silavkirin û bang têkoşînê li gel hat kirin.

Pêkhateyên Çilaxayê jî daketin qadan û li dijî êriş û dagirkeriyê peyamên xwe dan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv