Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi hezaran kes beşdarî meşa ji bo Şengalê ya li Şehbayê bûn

 

KOMKUJIYÊN LI ŞENGAL Û ZIRGANÊ
BI HEZARAN KES BEŞDARÎ MEŞA LI ŞEHBAYÊ BÛN

Bi pêşengiya Yekîtiya Êzidiyên Efrînê li herêma Şehbayê meşek hat lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên herêmê beşdarî meşê bûn û hêrsa xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker anîn ziman.

Meşê ji ser rêya navçeya Ehdasê dest pê kir.

Piştî meşê ser navê yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nebo axivî û bal kişand ser berpirsiyariya hêzên navneteweyî ya di êrişan de.

KOMKUJIYÊN LI ŞENGAL Û ZIRGANÊ
SAZÎ Û RÊXISTINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BI DAXUYANIYAN ÊRIŞ PROTESTOKIRIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek sazî û rêxistinan jî bi daxuyaniyan komkujiyên Şengal û Zirganê protesto kirin.

Li Minbicê kedkarên tendirûstiyê daxuyaniyek dan.

Meclisa herêma rojhilat a Dêrazorê jî êrişên dewleta Tirk protesto kirin.

Li Reqa û Şehbayê jî ji aliyê Kongreya Star û parêzeran ve daxuyanî hatin dayîn.

Xebatkarên tendirûstiyê yên herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî nexweşxaneya Şengalê şermezakirin.

Di daxuyanî û çalakiyan de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku dengê xwe li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bilind bike.

KOMKUJIYÊN LI ŞENGAL Û ZIRGANÊ
32 PARTÎ Û HÊZÊN SIYASÎ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BANGA TÊKOŞÎNÊ KIRIN

32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:

Her roja derbas dibe êrişên dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê zêde dibin.

Herî dawî dewleta Tirk a dagirker êrişî nexweşxaneya Şengalê û bajarojê Zirganê kir.

Di encamê de gelek kes şehîd bûn, ku di nav de jin û zarok jî hene.

Em bang li gelên Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku rê nedin van êrişan.

Dewleta Tirk ji herêmên dagirki yên wek, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus û Ezazê derxin.

Partî û hêzên siyasî bang li gelê Kurd jî kirin ku dijî pîlanûn qirkirinê ya dewleta Tirk bi hev re têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv