Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: Jina kurd bi sekna xwe ya tekoşer buye pêşenga xwezayi ya tevgera jinên cîhanê 04.04.2021

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBIR YA KCK’Ê BESÊ HOZAT TEKOŞÎNA JINÊ NIRXAND:
JINA KURD BI SEKNA XWE YA TEKOŞER BÛYE PÊŞENGA XWEZAYÎ YA TEVGERA JINÊN CÎHANÊ

Hevseroka Konseya rêvebir ya KCK’ê Besê Hozat bi wesileya pîrozbahiyên 8ê adarê behsa asteya rêxistinbûna jinê kir û ev şîrove kir:

Di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jinan careke din nîşan da ku ew ji bo mirovahiyê bûne hêviya rojên azad.

Jin wê hem xwe û hem jî cihanê azad bikin. Tevgera jinê li cîhanê pêş dikeve. Ji xebatên hev ilham û cesaretê digirin.

Ev ruhê jinê hemû nasnameyên etnîk, olî û heta sînoran ji holê radike. Ev rêxistibûna jinê sîstema serdestiya mêr hildiweşîne.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBIR YA KCK’Ê BESÊ HOZAT TEKOŞÎNA JINÊ NIRXAND:
MIROVAHÎ BI PÊŞENGIYA JINÊ DIKARE BIGÊHÊJE AZADÎ, WEKHEVÎ, EDALET Û ARAMIYÊ

Hozat dide zanîn ku jina Kurd îro di cîhanê de bûye nûmuneya jina herî polîtîk herî zana û herî rêxistinkirî û herwiha bi hêza xwe ya îdeolojik, bi bandora xwe ya siyasî û bi sekna xwe ya tekoşer bûye pêşenga xwezayî ya tevgera jinên cîhanê.

Hozat Rêber Apo weke mîmarê rêxistinbûna jinê pênase kir û got

Encax bi pêşengiya jinê mirovahî dikare bigihîje azadî, wekhevî, edalet, bereket û aramiyê.

Derheqê rewşa jinan a li Tirkiyê jî Besê Hozat balê dikişîne ser hebûna faşîzmê û wiha dibêje:

Li Tirkiyê faşîzm ji bo karibe li ser piyan bimîne pêdiviya wê bi jin û mêrên kole hene, lewma dijminê mirovê azad e.

Li cihê ku jina azad hebe faşîzm nikare lê bihewe. Betalkirina peymana Stenbolê bi vê hişmendiyê re eleqeder e.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBIR YA KCKÊ BESÊ HOZAT TEKOŞÎNA JINÊ NIRXAND:
TEVGERÊN JINÊ YÊN LI TIRKIYÊ Û KURDISTANÊ DIVÊ BI LEZGÎNÎ HÊZA XWE BIKIN YEK

Besê Hozat bi birxist ku dema desthilatadariya faşîst êrişkir ser sistema hevserokatiyê û tevlîbûna jinê ya nava siyasetê asteng kir, diviya bû tevgera jinê ya li Tirkiyê ji pêş ve femkiriba ku wê dor were vekişîna ji peymana Stenbolê.

Besê Hozat bal kişand ser aciliyeta yekitiya tevgerên jinan yên li Kurdistan û Tirkiyê û wû ha axivî:

Îro hemû destkeftiyên jinan di hedefa vê sîstema faşîst de ne.

Ev rewş zorê li tevgerên jinê yên li Tirkiye û Kurdistanê dike ku bi awayekî acil hêz û têkoşîna xwe bikin yek.

Eger ev yekiti pêk were, ne tenê li Tirkiyê wê li cîhanê guherînên girîng pêk werin.

Besê Hozat bang li jinan kir ku li dora baweriya Jineolojiyê werin cem hev û wiha got:

Pêdiviya jinê bi xweparastinê heye. Ev jî encax bi zanîn, xwerêxistinkirin û xwepêşxistinê mumkun e. Ev jî Jineolojî bi xwe ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv