Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: Heke em şerê hev bikin yê ku qezenc bike wê dewleta Tirk be

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
ERDOGAN DIXWAZE BAŞÛR DAGIR BIKE PDK JÎ BÛYE PARÇEYEKÎ VÊ PÎLANÊ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê terzê siyaset û polîtîkayên PDK’ê de nirxandin kirin.

Besê Hozat destnîşan kir ku PDK bûye parçeyek êrişên dagirkeriya Tirk:

Erdogan dixwaze ku temamiya Başûr dagir bike.

Ew dixwaze heta Mûsil û Kekûkê jî bigre.

Jixwe car bi car digot; ez Lozanê nas nakim.

Şaşiya me li Bakurê Iraqê kir em ê li Bakurê Sûriyê nekin.

Niha PDK bûye parçeyekî vê arezû û dagirkeriyê.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
PDK BI PROVOKASYONAN DIXWAZE GERÎLA BIDE ZORÊ KU ŞERÊ PÊŞMERGE BIKE

Besê Hozat îşaret bi berxwedana gerîla kir û diyar kir ku dewleta trik li dijî gerîla nikare gav bavêje, çekên kimyewî bi kar tîne:

Di demekî de ku dewleta Tirk xitimiye, PDK bi hawara wî ve tê.

PDK bi êrişên dewleta tirk re hemwext ket qadên gerîla.

Dixwaze dor li gerîla bigre, da ku gerîla nikaribe hereket bike.

PDK provokasyonan çêdike, dixwaze gerîla bide zorê ku şerê pêşmerge bike.

Besê Hozat destnîşan kir ku ji ber helwesta gelê Başûr û raya giştî ya gelê kurd ê welatparêz PDK çavê wî nebiriye ku rasterast bikeve nav şer û bi vî awayî di şer de cih digre:

PDK hevpar û parçeyê van êrişên qirkirinê ye.

Tê zanîn ku bi dagirkeriya tirk re peymanên wan hene.

Neftê difroşe, dixwaze bi dewleta Tirk re kontrola nefta Kerkûkê jî bi dest bixe.

PDk dixwaze ji xeynî xwe hemû partî û rêxistinên kurdan tasfiye bibin.

PDK dibêje bila PKK were tasfiyekirin, Kurdistan ji min re bimîne.

Ev xefleteke mezin e. Ev xwexapandin e.

Lazim e PDK dev ji van polîtîkayan berde.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
HEKE EM ŞERÊ HEV BIKIN YÊ KU QEZENC BIKE WÊ DEWLETA TIRK BE

Besê Hozat destnîşan kir ku dewleta tirk bi pîlan û projeyên xwe yên qirêj dixwaze kurdan bi hev bide şer kirin:
Hulusî Akar ji PDK’ê xwestiye bi PKK’ê re şer bike.

PDK jî hin soz danê. Weke dewleta tirk diaxivin.

Dibêjin şerê li dijî PKK’ê mafê dewleta Tirk e.

Îstîxbaratê didin dewleta Tirk.

Bûne sedema şehadeta bi sedan gerîla, fermandar, rêveberên PKK û KCK’ê.

Li gel vê jî gerîla xwînsar tevgeriya.

Heke em wisa tevnegeriyabana ji zû de me yê şerê PDK’ê bikira.

Heke şer derketa wê tenê dewleta Tirk qezenc bikira.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
DIVÊ KURD LI BENDA HATIN YAN NEHATINA PARTIYEK NEMÎNIN Û YEKÎTIYÊ TANZIM BIKIN

Besê Hozat xwest ku gelê kurd li hemû beşan li dijî dagirkeriyê û şerê kurd bi kurd zêdetir xwedan helwest bin:

Di vê demê de hesasiyeteke mezin a kurdan heye.

Ji xeynî PDK’ê hemû partî û rêxistin li dijî şerê kurd bi kurd in.

Lazim e ev helwest were mezinkirin.

Heke îro li Başûr li ser gel zextê nekin wê bi sedhezaran kes li dijî dagirkeriyê rabe.

Bi daxuyanî û çalakiyên ji rêzê pêşî li êrişan nayê girtin.

Hemû beşên civakê divê bi sedhezaran li hemû beşên welat li qadan bin.

Besê Hozat der barê girîngiya yekîtiya netewî de jî ev nirxandin kirin:

Dem dema yekitiya netewî ye.

Heke kongra netewî pêk were, wê pirsgirêkên navbera partiyan jî pêşî lê were girtin.

Heta dem ew deme ku hêzên çekdar ên kurd di bin fermandariyeke hevpar a parastinê de bibin yek.

Divê dîplomasiyeke hevbeş a kurdan were tanzîmkirin.

Yekitiya netewî divê di bin îpoteka du partiyan de nebe.

Kurd jî li hatin û nehatina partiyekê nenêrin, yekitiya xwe tanzim bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv