Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: ‘Gerîla sengera Başûrê Kurdistanê ye’

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
GERÎLA SENGERA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku divê ti Kurd, ti rêxistineke Kurd xwe nexapîne, rastiya qirker faşîst a dewleta Tirk baş fêhm bike û got,

Kengî gerîla derbeke mezin xwar wê hingî emrê statuya li Başûr jî biqede.

Dewleta Tirk a ku dijminê hebûn û zimanê Kurdan e, statuya li Başûr hîn qebûl nekiriye, tenê ji bo tasfiyekirina PKK’ê mîna ku qebûl kiriye tevdigere.

Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê du armanc danîne pêşiya xwe û got,

Dixwaze Tevgera Azadiyê tasfiye bike û bi vî rengî bi hêsanî karibe Kurdan qir bike.

Li gel vê yekê, armanca xwe ya duyemîn jî ew e ku temamiya Başûrê Kurdistanê dagir û desteser bike.

Li dijî van pîlanan gerîlayên azadiya Kurdistanê mîsogerî û hêza parastina Başûrê Kurdistanê ne jî.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv